Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Alîkarîya Amerîka ya jibo Ukrayna li Enîya Şer Ti Guherînê Çênake


Kremlînê îro Pêncşemê ragihand ku alîkarîyeke nû ya Amerîka ya jibo Ukrayna wê rewşa li enîya şer neguherîne.

Li gor ragihandina Kremlînê destekên Washingtonê yên jibo Kîevê ‘’parçeyeke polîtîkayên kolonyalîst’’ e ku bi tenê Amerîka dewlemend dike.

Serokê Civata Nûneran Mike Johnson got ku wê dengdana ser paketa nû ya alîkarîyê, ku ji mêj ve sekinîbû, roja Şemîyê çêbe.

Di paketê de jibo Ukrayna 60,84 mîlyar dolar alîkarî heye ku 23,2 mîlyar dolarên wê jibo nûkirina çek, stok û kargehên Amerîka têne xerc kirin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo pirtir alîkarî bide Ukrayna soz da, lê Amerîka heta niha bi ferqeke mezin alîkarîya herî zêde daye.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku Ukrayna bi alîkarîyan dikeve bin deynan û got ku Amerîka ji vê ‘’polîtîkaya kolonyalîst’’ hez dike.

Peskov îdia kir ku beşeke mezin ya alîkarîyê wê li kargehên endustrîya Amerîka bimîne.

‘’Hemî pispor û nîv-pispor bi çavên serê xwe dibînin ku Ukrayna êdî li enîyan dûrî serketinê ye, jiber vê jî alîkarî tiştekî naguherîne.’’

Rûsya niha 18 ji sedê axa Ukrayna kontrol dike û rêberên Ewrupî û pisporên şer dibêjin ku ger Kîev pirtir alîkarî nestîne wê hêzên Moskow serfiraz bin û ewê dewletên Rojavayî biçûk bibînin.

Dîplomatîn Rûsî û Amerîkî dibêjin ku bi şerê li Ukrayna peywendîyên Moskow û dewletên Rojavayî ji Krîza Muşekan ya Kuba ya 1962’yan vir ve daket asta herî xirab.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG