Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandina Biryarên Dadgeha Bilind ya Îraqê li Hember Herêma Kurdistanê


Dadgeha Fedral ya Îraqê
Dadgeha Fedral ya Îraqê

Di bernama 'Mijara Rojê' de pispor biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Bilind ya Fedral li Îraqê ji aliyê siyasî û qanûnî ve herwiha bandora wan biryaran li ser pêkhate û kemaniyên li Herêma Kurdistanê dinirxînin.

Roja 21'ê Sibata 2024'ê Dadgeha Bilind ya Federal li Iraqê du dozên ku li dijî yasaya hilbijartinan û mafên darayî yên mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn vekirin, bi biryaran bidawî anîn.

Di Gulana 2023'an de, Fraksiyona YNK'ê li dijî yasaya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê gilî li Dadgeha Federalî kiribû, ku di encamê de sîstema hilbijartinan ji yek bo çar navendan hat guhertin, û 11 kursiyên 'Kuta' ku ew kursî taybet bûn bi kemaniyên olî û etnîkî li herêma Kurdistanê hatin hilandin.

Ev jî tê wê wateyê ku 11 kursî dê ji hejmara kursiyên Parlementoya Herêma Kurdistanê kêm bibin û kemanî jî dê ji wan 11 kursiyan bê par bimînin.

Berî niha jî heman Dadgeha Fedral hin biryarên din yên weke serweriya hinartina petrola herêma Kurdistanê bo derveyî welat û rê girtina li hember siyasetvanê kurd û endamê serokatiya PDK Hişyar Zêbarî ku bibe namzedê Serokomariya Îraqê.

Jibo gotûbêja derbarê wan biryaran ji alisyê siyasî û qanûnî ve û bandora li ser kemaniyan û zêdekirina nakokiyan di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Navendî ya Bexd de, Dengê Amerîka di bernama 'Mijara Rojê' de bi pispor û şarezayên pirsên siyasî, qanûnî û kemanyiyan re gotûbêj kir û mêhvandariya van birêzan kir:

  • Tariq Cewher, Şarazayê Karûbarên Parlemena Herêma Kurdistanê ji Hewlêr
  • Têlî Emîn, Yasazan û Lêkoler ji Duhok.
  • Xidir Dumilî, Lêkoler di warê Kemaniyan û Çareseriya Nakokiyan de ji Duhok.
  • Haysam Petrûs Şamoon, Nûnerê Kenîsa Kildanî li Duhok.

Tariq Cewher da zanîn ku gilîya serokê Fraksyona YNK di Parlemenê Kurdistanê di meha Gulana sala borî de li dadgeha fedral derbarê pirsên hilbijartinan û hejmara kursiyên Kuta yên kemaniyan jibo wê nebû ku dadgeh li gor heza xwe û armancên xwe yên siyasî biryaran li dij destkeftên Herêma Kurdistanê bide, herwiha jibo wê jî nebû ku kursiyên kemaniyan werin pûç kirin, armanc tenê ew bû ku hejmara kursiyên Kuta bi şêwekî ji şêweyan were serast kirin ku ziyan bi ti aliyan nekeve.

Tariq Cawher, Şarezayê Pirsên Parlamenê
Tariq Cawher, Şarezayê Pirsên Parlamenê

Tariq Cewher jibo biryara dadgehê ya guhertina navendên hilbijartinan ji yek navend ango bazine bo 4 navendan bal kişand ser wê yekê ku ev ne pirsgirêke jiber ku di dema destpêka hilbijartinên herêma Kurdistanê di sala 1992ê de ku bo cara yekê hilbijartin hatin kirin dîsan 4 navendên hilbijartinan li Herêma Kurdistanê hebûn.

Cewher dibêje "Helbet biryara Dadgeha Fedral binpêkirina madê 125 yê destûra bingehîn ya Îraqê ye, jiber ku mafê kemaniyan di wir de hatiye parastin û Îraq bi pirrengiya xwe jêhatîye."

Tariq Cewher dide zanîn ku biryar li dij proseya demokrasî û statûya Herêma Kurdistanê ye û dijî destûrî ye jî.

Tariq derbarê çareseriya pirsa kemaniyan piştî biryara dadgeha fedral ya pûçkirina 11 Kursiyan got "Ne dawiya dinyayê ye kemanî dikarin hevpeymaniyan ligel hêz û partiyên din çêkin û her pêkhatek yan kemanîyek dikare di nava xwe de eniyeke yekgirtî ava bikin."

Cewher dibêje, di xula nû ya parlemena Herêma Kurdistanê de dikare pirsa pêkhateyan ango kemaniyên li gor sîstem û şêwazek nû were serast kirin.

Têlî Emîn Yasazan û Lêkoler, bal kişand ser baladestiya biryarên Dadgeha Fedral ku dema biryarek da êdî kesek nikare li dij wê biyarî gilî bike jiber ku mafê wê Dadgehê ye biryara dawî li ser her pirsgirêkekê bide û ne kesek ne ti alî nikarin tanê li wê biryarê bidin.

Têlî Emîn dide zanîn ku mirov nikare bêje ew biryarên dadgeha fedral dide ne desûrî ne! Lê destek li pişt wan biryaran heye, hin aliyên navxweyî yên herêmê ligel aliyên derekî hevkarin "Jibo kêmkirin û biçûk kirina heybeta Herêma Kurdistanê ji qonaxa Fedralî bo Cardî Otonomiyê."

Têlî Emîn Yaszan û Nivîskar
Têlî Emîn Yaszan û Nivîskar

Emîn li ser sedemên derxistina biryarên dadgehê rawestiya û got "Ev ji encama duberî û bilavbûna di nava hêzên Kurdî de çêbû."

Têlî Emîn got bi derkirina wan biryaran "Partî Demokratî Kurdistan aramnc tê girtin."

Têlî Emîn ligel Tarq Cewher hevra bû ku armanca gilîya Yekêtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) ew nebû ku kutayên kemaniyan bihên rakirin, "YNK daxwaz kirbû ku kuta li ser parzgehên herêmê werin dabeşkirin."

Xidir Dumilî Lêkolerê pirsên Pêkhate û Kemaniyan li Îraqê û Çareseriya Nakokiyan di bernamê de behsa karîgerî û bandora biryarên dadgehê li ser siberoja kemanyan kir û got ku di çend xalan de ewê ev biryar bibin sedema metirsiyê li ser kemaniyan:

Xidir Dumilî Lêkoler û Şareazyê kemanyan l iÎraq û Herêma Kurdistanê
Xidir Dumilî Lêkoler û Şareazyê kemanyan l iÎraq û Herêma Kurdistanê
  1. Ew biryar dê bibe sedem ku taybetmendiya pêkhate û kemaniyan li Îraqê parastî nebe, ewê hest bikin ku hatine mandila kirin.
  2. Li gor biryara dageha fedral her alî dikare li dij kemanî (pêkhateyn) raweste û ev jî metirsîyek cidî ye.
  3. Ew biryar gef û metirsîne li ser pirrengî û hemecûriya li Îraqê û biryara li dij destûra bingehîn ya Îraqê ne.

Dumilî herwiha da zanîn ku "Bêhna derbeyekê -mû'amirekê ji biryarên dadgeha fedral tê."

Heysem Petrûs, Nûnerê Dêra Kildan li parêzgeha Duhok bal kişand ser dîroka kristiyan û hebûna mesîhiyan li Îraq û herêma Kurdistanê û got ku biryarên dawî yên dadgeha fedral gelek metirsîdarin bi taybet jibo kristiyanên li herêmê û "Ewê deriyê koçberiyek din ya Kristîyana ji Îraqê veke."

Haysam Patrûs Şamoon, Nûnerê Dêra Kildaniyan li Duhok
Haysam Patrûs Şamoon, Nûnerê Dêra Kildaniyan li Duhok

Heysem Petrûs got ku di dîroka hikûmetên Îraqê de, kristiyan her dem armanc bûn û li dij wan plan û derbe çûbûne. Petrûs dibêje "Ji sala 1933ê heta nihe kristiyan tên ji nav birin."

Petrûs got eger ku mesîhî hest bikin ku wan ti mafek li Îraq û herêma Kurdistanê nemaye ew dê mecbûr bin qesta ciyek din bikin û koçber bibin.

Heysem Petrûs Yekîtî Niştîmanî Kurdistan bi hilandina kursiyên Kuta ji aliyê dadgeha fedral ve tawanbar dike û dibêje "Xeletî ji YNK destpêkir wan dixwest 2 kursiyên kuta yên krîstiyana ji Duhok bibin Silêmaniyê"

Mijara Rojê Nirxandina Birayrên dadgeha fedral ya Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG