Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd bo Dengdana Kerkûkê Çi Dibêjin?


Dîmenên Dengdanê li Kerkuk
Dîmenên Dengdanê li Kerkuk

Gelek kurdên Kerkûkê beşdarî hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûk bûn û gotin, ew dixwazin bi rêya sindoqan guhertinan çê bikin û rewşa Kerkukê di berjewendiya Kurdan de bikarbînin.

Ji encama referandûma Herêma Kurdistanê ya sala 2017an, Kurdan gelek herêmên ku berî encamdana referandûmê kontrol kirbûn ji dest dan.

Li Kerkûkê hêzên Kurdî bi temamî di wê çaxê de ji Kerkuk hatin derxistin, li hin herêman şer pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerê Îraqê û Heşda Şaabî de rû dan.

Ev bû sedema nakokiyên tund di navbera partiyên Kurdî de bi taybet di navbera PDK û YNK û de her aliyekî yê din derbarê ji destdana rewşa li Kerkukê tawanbar dike.

Dengderên Kurd bi Armanc Û Hêvîya Guhertinê li Kerkukê Deng Didin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

Niha Kurd dixwazin li Kerkûkê hebûna xwe biparêzin û bi her awayî diçin ser sindoqan deng didin, her çende ku Kurd li Kerkukê bi lîstên cûda beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkukê bûn e.

XS
SM
MD
LG