Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Waysî Çiya: Diyaspora Kurdî Rolek Giring Li Demê Kirîza Korona Leyzt


Dr. Waysî Çiya: Saziyên Kurdan li Europa xizmeta civakên xwe yên Europa bi teybet ewên nu gihayîn û her wisa li welatî jî kir bi alîkariyên aborî û agehiyan

Di gotarekê de jibo Open Democracy, weşana Rêkxistiya Mîdya Cîhaniya Serbixwe li Birîtaniya, Dr. Waysî Çiya, lêkoler li zankoua SOAS li Londonê nivîsandiye kû diyaspora Kurdî rolek giring leyztiye jibo sistkirina karigeriya xirab ya kirîza Vîrûsa Korona li ser civakên Kurdan.

Gelo ew alîkarî bi çi rengî bû? Di bersiva pisyarên Dengê Amerîka VOA de, Dr. Waysî got, saziyên Kurdan li Europa xizmeta civakên xwe yên Europa bi teybet ewên nu gihayîn û her wisa li welatî jî kir bi alîkariyên aborî û agehiyan.

Wan saziyan karîbû bo demê Sê mehan alîkariya diravî bi din 400 malbatên hejar. Dr. Weysî Çiya got, alîkarî ne bi tenê di hêla aborî de bû, belkû di hêla peywendiyên civakî, moral û saykolojî de jî.

Dr. Weysî pênasîn kir kû ew alîkarî ne di astê hîviyan de ye eger em hevberî hejimara Kurdan li diyaspora bikîn kû nêzîkî 2 milyona ye.

Dr. Waysî Çiya
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:21 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG