Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Gerînendeyên Rojnama Ozgur Gundem’ê Hat Paşxistin


Stenbul Journalist protest
Stenbul Journalist protest

Roja duşemê li dahgeha Çaglayana Stenbulê doza di derbarê Gerînendeyên Weşana giştî yên nobedarên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn pêk hat.

Heyeta dadgehê, bi sedema ku dosyayên rojnamevan Ayşe Duzkan û Ragip Duran bibe yek û ji bo Înan Kizilkaya parastina xwe amade bike, doz bo roja 15'î Kanûna 2016'an hat paşxistin.

Ji girtîyên rojnameya Gundemê, Înan Kizilkaya di parastina xwe de got "ez ev meheke di bin tecrîdê de me û destûra hevdîtina parêzer pêk nayê û got, ji bo parastina xwe dem dixwazim".

Berîya rûniştina dozê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) , DÎSK û bi beşdarbûna kedkarên çapemeniyê li ber dadgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Ayşe Duzkan di axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordarîyên li ser rojamevan û got: “ji ber ku bitenê me demokrasî û azadiya çapemeniyê xwes, ew hatin darizandin.

Herweha Duzkan di 24'emîn salvegera qetilkirina rojnameger Mûsa Anter de ew bi bîranî û wiha got " Bi salane Rojnameya Ozgur Gundem rastî zextan tê". Kadrî Bagdu jî, di nav de bi sedan belavkarên wê hatine qetilkirin. Em jî niha jibo dengê wan bidin bihîstin em li vir in.

Barry White, li ser navê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (IFJ,EFJ) axivî û da zanîn ku, ne tenê Ayşe Duzkan û Ragip Duran bi tenê ji sedema azadiya çapemeniyê tê darizandin got:: "Peywira rojnamegeran ev e ku li hemberî desthilatdariyê û şewitiyên wan rawestin û daxwaza parastina edaletê dikin.

Herwiha Serokê Giştî yê DîSK’ê Faruk Eren jî wiha axivî: "Em ji bo nîşan bidin ku hevgirtin ne sûce û azadiya çapemeniyê biparêzin li vir în. Em ji bo mafê nûçe girtina gel û demokrasiyê li vir în."

Herwiha rojnamegerên ku, li ber dadgeha Çaglayana Stenbulê daxuyanî dan di 24’emin salvegera mirina rojnamevanê Kurd Musa Anter ku li Amedê hatibû kuştin bi bîr anîn, herwiha zext û zordarîên li ser çapemenîyê li Tirkîyê berdewam dikin.

Zozan Yaşar - Stenbul 20.09.2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG