Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Tirkîyê ya Parastina Gazayê û Êrîşên Tund yên Ser Herêmên Kurdên Sûrîyê


Topbaran û êrîşên esmanî yên Tirkîyê di rojên borî de bi dehan navendên binesazîyê li bakurê rojhilata Sûrîyê armanc kirin, û bi dehan kes birîndar bûn, elektirîk, av, şewit li deverên berfireh yên Rêvebirîya Xweser ya ku bi pêşengîya Kurdan hatin qut kirin.

Di daxuyanîya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de hat ragihandin, ku di rojên dawî de zêdetirî 80 êrîşên artêşa Tirkîyê li navendên petrolê, elektirîk û avê û embarên ku genim tê de tê parastin, çêbûne.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku elektirîkê sotemenî li bajarên mezin û bi sedan bajarok û gundan hatine qutkirin.

Çavdêr û xelkê herêmê dibêjin ku bi 100 hezaran rûniştvanên herêmên bakur û Rojhilata Sûrîyê jiber êrîşên Tirkîyê di tarîyê de mane û heta jibo çêkirina xwarinê sotemenî di zivistana sar de bi dest nakeve.

Tirkîyê ev êrîş pêkanîn piştî ku dawîya hefteya borî 9 leşkerên wê li çîyayên Herêma Kurdistana Îraqê hatbûn kuştin, Tirkîyê bi behaneya kuştina leşkeran êrîşên dijwar li bakurê Îraqê û li herêmên Rêvebirîya Xweser pêkanîn ku piranî sazî û binesazîya sivîl aramnc hatin girtin.

Di mijara rojê de Dengê Amerîka, ev babet bi sîyasetvan û şîrovekaran re gotûbêj kir.

Di gotûbêjê de Hanifi Alir Parlamenterê berê yê AKPê yê Agirî û Çavdêrê Sîyasî ji Enqerê. Dr. Mehmûd Abbas Şîrovekar û Çavdêrê Sîyasî ji Amerîka û Husên Omer Çavdêrê Sîyasî û Pisporê Tirkîyê-Sûrîyê ji Brukselê beşdar bûn.

Pêşî Parlamenterê AKP yê berê Hanifi Alir got ku êrîşên Tirkîyê li bakurê Îraqê û li Sûrîyê ne nûye ev çend sal in Tirkîyê ku dibêje "ew naxwaze li derdora wê teror hebe," wan êrîşan encam dide, Alir herwiha got ku "Tirkîye mecbûre weha bike."

Derbarê pirsa çima Tirkîye cotstandartî ango dualîzmê bikar tîne, li alîyekî li dij êrîşên Îsraîlê yên ser herêmên sivîl li Kerta Gazayê radiweste, li alîyê din ew bixwe bi her awayî êrîşî binesazîya sivîl ya herêmên Kurdên Sûrîyê dike?

Alir got ku "Şer ..şere, her welat dualîzma wê heye."

Alir bal kişand serdema pêvajoya Aştîyê û got ku wê demê rewşek baş hebû, lê qelsîyek kurdan hebû "Demîrtaş derket û gote Erdogan em te naxin serok, Erdogan ew bar da ser milên xwe û bi tenê hişt, dema bi tenê hişt girêdana xwe bi MHPê re çêkir."

Dr. Mehmûd Abbas çavdêr û şîrovekarê sîyasî bal kişand ser çavgirtina Amerîka li êrîşên Tirkîyê yên ser sazîyên sivîl li bakur û rojhilata Sûrîyê wî got "Jiber berjewendîyan em di mêzînin ku bersîva Amerîka li hember Îranê tun de, lê dema êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin ku her çende di neqeba wê û HSDê de hevpeymanî heye lê dîsan Amerîka li hember êrîşên Tirkîyê çavgirtî dimîne."

Abbas herwiha got, "Eger sîyaseta Amerîka li ser vê lawazîyê bimîne, di pêşerojê de heta ewlekarîya Amerîka jî dê bikeve di metirsîyê de."

Dr. Abbas weha şîrove dike ku beşekî mezin ji êrîşên ser Kurdan "Şandina nameyekê ye ji Amerîka re," ew dibêje, jiber ku di hevdîtina vê dawîya ya Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û berpirsên dewleta Tirk, derbarê Kurdên Sûrîyê Amerîka tiştek neda destê Tikrîyê, îcar Tirkîye bi van êrîşan bersîv da Amerîka.

Husên Omer Çvadêr û Şîrovekarê Sîyasî ji Bruksel derbarê tundî û zrara êrîşên nû yên Tirkîyê bo ser herêmên Kurdan axivî û got "Di dîroka Komara Trikîyê de sîstemek weke ya AKPê ya dijî kurdan nehatî ye."

Husên behsa wan hemî zraran kir yên ku ji sedema êrîşên vê dawîyê yên gihane rûniştvanên herêmê û da zanîn ku îmkaneke weha nehişt ku xelk bikare nanekê ji xwe re gerim bikin.

Husên li ser hewlesta Amerîka li hember êrîşên Tirkîyê got, ne dûre sibê dronek, yan jî firokek Tirkîyê li dîwarekê girtîgeha ku bi 10 hezaran girtîyên DAIŞê tê de dimînin bixe û ew DAIŞ'î hemû derkevin, wê tiştên gelek xerab çê bibin, divê Amerîka hewesta xwe zelal bike.

Şîrovekar Husên Omer got "Eger kurd nebane, wê DAIŞ'ê bi serokatîya Erdogan hemî herêm, heta Urdon jî kontrol kirbaye."

Eger ku Amerîka helwestek negire.. "Dê DAIŞ bihêz bikeve." Husên got.

Nirxandina Êrîşên Tirkiyê yên Ser Hermên Kurdan li Sûriyê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG