Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Mafên Mirov Derbarê Koçberiya Kurdan li Tirkiyê Nerihetiya Xwe Tîne Ziman


Amnesty International logo
Amnesty International logo

Stenbul: Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî Ya mafên mirov ku bingeha wê li Londonê ye, roja Sêşemê ropartek derbarê rewşa Kurdan li Tirkiyê weşand, di ropartê de daxwazê ji desthilatdarên Tirkiyê dike, da ku rêzê li mafên nîv Miliyon kurdan bigire yên ji sedema şerên di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê koçber bûne.

Raporta Lêbûrîna Navnetewî (Amnesty International –AI) bi serdêra (Koçberî û Derkirin) hatiye weşandin, raport balê dikişîne ser herêma Sûrê ya bajarê Diyarbakir (Amed)ê, kanê ji egera şerên di navbera hêzên ewlekariya Tirk û şervanên PKK ê de çawan wêran bûye.

Andrew Gardner - AI
Andrew Gardner - AI

Andrew Gardner nivîskarê raportê û lêkolînvanê Lêbûrîna Navnetewî yê taybet bi mafên mirov li Tirkiyê dibêje, "gelek kes bê agihdarî ji malên wan hatine derxistin, ew di rewşek pir xerab de dijîn, zarokên wan ji xwendinê hatine bê parkirin, ya ji hemiyan zêdetir cihê nerihetiyê ye, ew ji civakê hatine qutkirin, nikarin vegerin ser malên xwe û cem cîranên xwe".

Di raportê de hatiye ku, li herêma Sûrê 24.000 kes neçarî koçberiyê hatine kirin û ji malên wan hatine derxistin, 2000 xanî zêdetir hatin wêrankirin.

Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî dibêje, Tirkiye rê nade malbatên koçber vegerin ser mal û warên xwe,

Ozkan Bilal Şaredarê Cihgir di gotûbêjekê de li meha Îlonê got bû "armanca me ewe, em xizmetên destpêkê jibo koçberan pêşkeş bikîn", Ozkan ji aliyê Dewletê ve li ciyê wan Şaredaran hatiye wezîfedarkirin yên ku hatine derkirin û bi behaneya têkiliyên wan yên bi terorê re di girtîgehê de ne.

Sozên Dewletê Cihê Pirsan E

Herêma Sûr ê- Diyarbakir(Amed)
Herêma Sûr ê- Diyarbakir(Amed)

Weke rêxistina Lêbûrîna Navnetewî dibêje, 60% ji herêma Sûrê dewleta tirk xistiye di sinorên rewşa awarte de, hatin û çûn lê hatiye qedexekirin û hêzên ewlekariyê dest biserde girtiye û hatiye kontrolkirin, herçende şer bidawî bûye, lê dîsan dewlet nahêle gel vegere ser mal û warên xwe.

Gardner ji rêxistina Lêbûrînê dibêje, belgeyên gelek kêm liber destin ku, bidin zelakirin hikûmet sozên xwe dê bicih bîne, da ku, koçber vegerin ser malên xwe.

Gardner dibêje ku ew li gel gelek malbatan axiftine lê ew tiştekî ji xwe nizanin, dewletê ne qerbûkirina xaniyên wan yên wêrankirî danê, ne jî tê xûyakirin ew bikarin vegerin ser malên xwe.

Di beşekê raportê de rêxistina Lêbûrîn balê dikişîne ser giringiya dîrokî ya herêma Sûrê ku weke şûnwarekî dîrokî yê cîhanî hatiye naskirin, herweha di raportê de behsa têkilîyên civakî û girêdana xwecihên Sûrê bihevre, kanê ew çawan girêdayî rewişt û kultura xwe ya civakê ne, ev têkilî wan bihvre girê didin, helbet piraniya wan xelkekî hejar û kêm derametin.

Herêma Sûr ê- Diyarbakir(Amed)
Herêma Sûr ê- Diyarbakir(Amed)

Hejmarek zêde ya qurbaniyên herêma Sûrê ev cara duyane malên xwe jidest didin û vê derdeseriyê biçavên xwe dibînin.

Weke nivîskarê raportê dibêje, ew bi xwe di gel gelek kesan axiftîye, ew di bê hîvîn e ku ew cardin vegerin ser malên xwe yên li Sûrê hatine wêrankirin, dîsan wan gotiye bi zûrî ew ji ser gundên wan hatine derkirin û ev cara duyan e tên koçber kirin, bi taybet di wan şer û pevçûnan de yên ku di salên 1980an û 1990an di navbera şervanên PKK û hêzên dewletê de qewimîn, gelek gund hatine wêrankirin û xwecihên wan gundan ji malên wan hatin derxistin.

Daxistina Rêxistinên Civaka Sivîl Û Rewşa Dijwar ya Zivistanê

Sûr a Amedê
Sûr a Amedê

Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî (AI) di rapotrê de hind agahiyan zelal dide û dibêje, hikûmeta Tirkiyê hind alîkarî yên weke kirîya xaniyan û mana li hotêlan dane hind malbatan, lê kesekî ji wan kar nîne, yên kar hebûn jî ne vegerandine ser karên wan.

Hezaran kesan wezîfên xwe jidest dane piştî ku bi dehan rêxistinên civaka sivîl ji aliyê dewletê ve hatine girtin, ji sedema girtina van rêxistina kesek nîne êdî alîkariya malbatên pêdvî bike û hem jî gelek kesan karê xwe jidest daye, ew di rewşek pir xerab de jiyana xwe berdewam dikin.

Gardner dibêje"dewletê destê xwe daniye ser hemû alîkarî, pere û şiyanên van rêxistinan, êdî kesek yan rêxistinek nîne destê alîkariyê bo malbatên pêdvî dirêj bike". Gardner dîsan dibêje ya rast ev pirsek cidîye, jiber ku vaye zivistna hat û ji serma dijwar ya zivistanê û nebûna alîkariyan zarok û malbat di rewşek pir zehmet de dijîn ew li benda xwarinê ne jibo wan bihê, çavê 32000 kesan li Diyarbakir li alîkarî û xwarinê ye lê kesek nîne bo wan peyda bike, bi taybet niha piraniya rêkên herêmên Kurdan ji befirê hatin girtin, sermayek dijwar heye û hatin û çûn pir zehmete".

Raporta Lêbûrîna Navnetewî îdia dike ku nek ew rewş li Sûrê bitenê yehe belkî li gelek herêmên şer lê qewimîn yên weke bajar, bajarok û gundên kurdan, ev rewşe heye, zêdetirî 500.000 kes bê mal û war mane, tu hîvîyek wan nîne ku cardin vegerin ser malên

XS
SM
MD
LG