Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê MEDDER'ê Behsa Serencama Perwerdeya Kurdî Dike


Xwendekarên dibistanên navîn li Tirkîyê heta 7'ê Sibatê, anku roja Duşemê, ku bixwazin dikarin dersa Kurdî hilbijêrin.

Di vê çarçoveyê de gelek sazî û dezgehên Kurdî ji malbatan dixwazin ku vê derfetê jibo zarokan bikarbînin. Li seranserê Tirkîyê kempeynek lidar ketîye da ku xelk zarokên xwe bişînin dersa Kurdî.

Zimanzanên Kurd dibêjin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û didin zanîn ku ew dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê lê di warê fermî de tu nêzikatîyek jibo vê daxwazê nîne.

Rifat Ronî, Hevserokê Komela MEDDER'ê li Amedê, ji Dengê Amerîka re behsa serencama perwerdehîya Kurdî kir.

Wî sîyasetên dewletê rexne kir, taybet jibo nêzikatiya li hember Kurdî.

Ronî bibîr xist ku cara pêşîn li Tirkiyê bi damezrandina Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê desên Kurdî hatine destpêkirin.

Hevserokê MEDDER'ê wekî din jî behsa hewildanên dawî yên pêşvebirina zimanê Kurdî dike.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG