Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanîya Los Angelesê bo Bîranîna Jîna Emînî Navê Qadekê Dike Jin, Jîyan, Azadî


Civata Bajarvanîya Los Angeles roja Sêşemê bi dengdanekê biryar da ku navê qada li çarxerêya Westwood Boulevard û Rochester Avenue, jibo bîranîna Jîna Mahsa Emînî bike Qada Jin, Jîyan Azadî.

Emînî sala borî ji di bin desteserkirina polîsên exlaqî yên Îranê de miribû û ew kuştin bûbû sedema xwepêşandanên girseyî yên dijî rejîma Îranê ku bi mehan dom kiribûn.

Washingtonê û gelek paytextên cîhanê kuştina Emînî şermezar kiribû.

Hevin Gilo di hembêza xwe de qîza xwe ya bi navê Jîna, li wêneya daliqandî ya Jîna Emînî dinlêre. (Qamişlo, 13/09/2023)
Hevin Gilo di hembêza xwe de qîza xwe ya bi navê Jîna, li wêneya daliqandî ya Jîna Emînî dinlêre. (Qamişlo, 13/09/2023)

Malpera Civata Bajarvanîya Los Angeles radigihêne ku li ser kûçeyên Westwood Boulevard û Rochester Avenue gelek firoşgeh û karsazîyên Îranîyan hene û navê meydanê jibp rûmetkirina Emînî hate guhertin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Los Angelesê, ku bajarê herî mezin yê duyê yê Amerîkî ye, 138 hezar Amerîkî yên bi eslê xwe Îranî dijîn.

XS
SM
MD
LG