Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekgirtî: Li Lîbya Tawanên Dij Mirovhî Û Tawanên Cengê Hatine Kirin


Civîna Civata Ewlekariyê - UN. 2019 derbarê Lîbya
Civîna Civata Ewlekariyê - UN. 2019 derbarê Lîbya

Lêkolînên Neteweyên Yekgirtî roja Duşemê eşkere kir ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê, di nav da karînana leşkerên zarok, ji sala 2016an û vir li Lîbyayê hatine kirin.

Şandeya Lêkolîna Rastîyan ya Serbixwe li ser Lîbyayê, ku ji alîyê Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî ve, hatîye damezirandin, got ku koçberên ku diçin Ewrûpayê li navendên desteserkirinê û bi destên qaçaxçîyan rastî destdirêjiyê tên, dema ku girtiyên ku di şert û mercên xirab da zehmetîyan dikêşin û têne êşkence kirin.

"Sedemên maqûl hene ku em bawer bikin ku tawanên şer li Lîbyayê hatine kirin, di heman demê de şîdeta ku li girtîgehan û li dijî koçberan tê kirin dibe ku bibe tawana li dijî mirovahiyê," şandeyê di daxuyaniyekê de got.

Rapora wan hilgirtin û beşdarbûna rasterast ya zarokan di şer de û her wiha windakirina bi darê zorê û kuştinên bê dadgeh yên jinên navdar belge dike.

Şandeyê destnîşan kir ku ji dawîya sala 2019an ve, Tirkiyê hinartina zarokên kirêgirtî yên Sûrî ji 15 salî heta 18 salîyê hêsan kirîye da ku li kêleka hêzên Hikûmeta Lihevkirina Niştimanî şer bikin.

Şandeyê her wiha got Nakokîyên li welatê Afrîkaya Bakur bandorek berbiçav li ser aborîya Lîbyayîyan, mafên civakî û kulturî kirîye.

"Hemû aliyên şer, di nav de dewletên sêyemîn, şervanên biyanî û yên kirêgirtî, qanûna mirovî ya navneteweyî binpê kirine û hindekan tawanên şerî kirine," Mihemed Auajjar got, ku serokatîya şandeya sê-kesî dike.

Şandeyê got ku wan grûp û kes - hem Lîbyayî û hem jî biyanî – destnîşan kirine ku dibe berpirsîyarê binpêkirin, xirabî û tawanan bin.

Lîste dê nepenî bimîne heta ku digel mekanîzmayên berpirsiyariyê bihê parve kirin.

Şandeya Lêgerîna Rastîyan

Di Hezîrana 2020an da, Civata Mafên Mirovan (HRC), sazîya herî bilind ya mafên mirovan ya Neteweyên Yekgirtî, biryarek pejirand ku ku şandeyeka lêkolîna rastîyan bişîne Lîbyayê. Trablus piştgirîya vê bizavê dike.

Pispor jibo lêpirsîna binpêkirinên mafên mirovan û xirab karînana qanûnên mirovahî yên navneteweyî li Lîbyayê ji 2016an û vir ve hatin erkdar kirin.

Pisporên mafên mirovan Chaloka Beyani û Tracy Robinson tevli Auajjar bûn û gotin bo lêpirsîna îdîayên derbarê beşdarbûna rasterast ya zarokan di şer da pirtir dem pêwîst e.

Lîbya jiber pevçûnan wêran bûye bi kevtin û kuştina dîktator Moamer Qadafî ji sala 2011anû vir de û digel rêvebirên dijber yên jibo desthilatdariyê rikeberiyê dikin.

Şandeyê got ku sivîlan bedelek giran dane, nemaze jiber êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan, di heman demê da jiber mayînên ku ji alîyê çeteyan ve li deverên niştecîbûnê hatine hiştin sivîl kuştine û kirine kesên astengber (seqet kirine).

Di raporê de hat gotin ku agahdarîyên pêbawer destnîşan dike ku kesên bi sazîya ewlehîya taybet ya Rûsî Wagner ve girêdayî wekî kirêgirtîyên şerî dixebitîn.

Di raporê de hat gotin ku sedemên pêbawer destnîşan dike ku personelê Wagner ve, girêdayî dibe ku tawanên şer yên kûştinê kiribin di gulebarana girtîyên başûrê Trablûsê di Îlona 2019an da.

Lêpirsîn destnîşan dike ku di Nîsan û Gulana 2020an da bi sedan mayînên Rûsî li tenişta xanîyan hatine çandin.

Binpêkirina Mafê Koçberan

Di vê navberê de, koçberên ku dixwazin di ser Deryaya Spî re derbasî Ewropayê bibin rastî binpêkirinên mezin hatine li navendên desteserkirinê û bi destê qaçaxçîyan, Beyanî got. Rapor dibêje li girtîgehê hindek girtî rojane dihatin îşkence kirin.

Robînson got, "Girtina keyfî ya li girtîgehên veşartî û şert û mercên girtîgehê yên gelek xirab ji aliyê dewlet û milîsan ve bi berfirehî tê bikarînan."

Şandeyê got ku îdîayên "revandinên berfireh, îşkenceyên sîstematîk û kuştinên komî" li bajarokê Tarhuna, li başûrê rojhilatê Trablusê hene. Di raporê da wêneyên çend cihên gorên komî yên pêkan hebûn.

"Mezinahîya hovîtiyên li Tarhuna bêtir balê dikişîne," Robinson di preskonfêranseka rojnamevanî da got.

Karbidestên Lîbyayî roja Duşemê vedîtina 10 termên di gorek komî ya nû da li Tarhuna ragihandin piştî rêveberîya bi salan ya milîsên al-Kanîyat.

Raporta lêgerînerên rastîyan dê roja Pêncşemê li Cenevreyê ji Konseya Mafên Mirovan re bihê pêşkêş kirin.

Pispor ji civatê dixwazin ku erka wan bo salek din dirêj bike.

XS
SM
MD
LG