Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International di Salvegera Yekê ya Mirina Jîna Emînî de Raportekê Diweşîne


Rêxistina Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International) îro Duşemê jiber salvegera mirina Jîna Emînî (Mahsa) lêkolîneke weşand, ya ku li Îranê di desteserkirina 'polîsên exlaqî' di 16’ê Îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest dabû.

Di lêkolînê de hat bibîrxistin ku ji ser kuştina Jîna Emînî re salek derbas bûye û helwesta karbidestên Komara Îslamî ya Îranê dijî xwepêşandanên li serenserî welat hat rexne kirin.

Amnsety’ê dîyar kir ku "Polîtikaya çewisandin û tirsandina malbatên kesên ku di 2022'an de, di xwepêşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" de ji alîyê hêzên ewlekariyê ve hatbûn kuştin hatine zêdekirin, jibo bêdengkirina malbatan û berdewamîya bêcezabûnê.

Li gorî daxuyaniya Amnesty, lêkolînên ku îro hatine weşandin nîşan didin ku “rayedarên Îranê bi awayekî keyfî endamên malbatên kesên hatine kuştin binçav kirine û girtine”.

Rexistinê bi berdewamî destnîşan kir ku karbidestên Îranê ser kombûnên aştiyane yên li goristanan qedexeyên tund ragihandiye û zarar gihaye gorên qûrbanîyan.

Amnsety International di sala yekê ya xwepêşandanên Jîna Emînî de bang li Îranê kir û daxwaza mafê malbatan kir ku divê ew bikaribin xizmên xwe yên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin bibîr bînin.

XS
SM
MD
LG