Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Abramowtiz Dibe Dîrektorê Nû yê Dengê Amerîka


Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Michael Abramowitz wek dîrektorê nû yê Dengê Amerîka (VOA) hate destnîşan kirin.

Abramowitz, ku vê gavê wek serokê sazîya Freedom House dixebite, wê li şûna Dîrektorê Demkî yê VOA, John Lippman dest bi kar bike.

"Michael rojnamevanekî hêja û pêşengê jibo mafên mirovan e. Gelek xebatên wî yên li Freedom House alîkarîya hewilên me yên dijî dezenformasyon û otorîterîzma li seranser cîhanê kirîye. Ez jibo rêbertîya wî heyecanî me û çaverê me ku li kelêka wî bixebitim ku taybetî di vê dema girîng ya dîroka me ya gerdûnî de, em nûçe û agahîyên objektîf bigehînin qadên medyayê yên herî sînordar yên cîhanê,” CEO’yê USAGM, Amanda Bennett got.

USAGM di daxuyanîya xwe de got ku Abramowitz rojnamevanekî jîr, dêrîn û rêzgirtî ye ku ji sazîya Freedom House tê ku wî li wirê jî berpirsîya berevankarên azadîyê li seranser cîhanê dikir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Abramowitz berê jî rêvebirîya Enstîtuya Levine ya jibo Perwerdeya Holokost ya Muzexaneya Holokost ya Amerîka (U.S. Holocaust Memorial Museum) kiribû û xebata pêşîgirtina jenosîdê ya muzexaneyê bi rêve biribû.

Abramowitz 24 salên pêşîn yên jîyana xwe ya xebatê di Washington Post de borandibû û dû re bûbû edîtorê netewî ya rojnamê û piştre jî bûbû nûçegîhanê Qesira Sipî.

Abramowitz di dema xwe ya pêşendîya tîmeke kiribû ku jibo weşana ser hewilên girtina Osama bîn Ladîn ya piştî sala 20021ê Xelata Pulitzer qezenc kiribû.

“Min ji erka Dengê Amerîka pêşkêşkirina nûçeyên rast, berfireh û objektîf û gîhandina çîroka Amerîka ji cîhanê re, ku gelek ji wan ji çavkanîyên agahî girtinê bê par in, bi xurtî îlham girtîye. Rola Dengê Amerîka, bi taybetî di vê demê de ku hikûmetên zordar weşanên xwe û platformên medyaya civakî bi propaganda û dezenformasyon bombebaran dikin. Dengê Amerîka navenda rastîyê û azadîya ragihandinê ye û ez bextewar im ku rêbertîya vê sazîyê bikim û li kelêka rojnamevan û karmendên wê yên jêhatî bixebitim. Emê bi hevre di şerê agahdarkirinê de serfiraz bin,” Abramowitz got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Abramowitz derçûyê Zanîngeha Harvard e û ew endamê desteya rêvebir ya Arşîva Ewlekarîya Netewî ye, endamê Civata Şêwirmendî ya Enstîtuya George W. Bush û endamê Civata Şêwirmendî ya Enstîtuya Krach ya jibo Dîplomasîya Teknîkî ya li Purdue ye.

Abramowitz herwiha endamê Civata Peywendîyên Derve (Foreign Relations Council) ye û li ber e piştî bi dawîkirina karên xwe yên di Fredeom House de, vê havînê dest bi karê xwe yê nû bike.

XS
SM
MD
LG