Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Îtalî Meloni Dibêje Papa Francis Wê Beşdarî Hilcivîna G7 Bike


Papa Francis û Meloni
Papa Francis û Meloni

Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni îro Înê got ku Papa Francis wê îsal beşdarî hilcivîna rêberên G7 bike û ser dijwarîyên nû yên hişberîya çêkirî (AI) danûstandinê bike.

Papa îsal ser ‘’xirabî’’yên hişberîya çêkirî hişyarî dabû û bang li cîhanê kiribû ku wê jibo karên kêrhatî pêşve bibin.

Hilcivîna G7 wê 13-15’ê Hezîranê li herêma Puglia ya li başûrê Îtalya çêbe ku xêncî rêberên Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Kanada, Japonya wê hin mêvanên taybet jî beşdarîyê li hilcivînê bikin.

Meloni dîyar kir ku di dîroê de wê cara pêşî papayek beşdarî li xebatên G7 bike.

‘’Di dîrokê cara pêşî wê papayek beşdarî li xebatên G7 bike. Ez bawer dikim wê hebûna rêzdar Papa jibo çêkirina çarçoveyeke çandî û etîk ya jibo hişberîya çêkirî kêrhatî be.’’

Îtalya, ku seroktîya demkî ya G7 dimeşîne, vê hefteyê bernivîseke derbarê rêzikên serekî yên karanîna hişberîya çêkirî û dîyarkirina toleyên dijî sûcên jiber wê pejirand.

Meloni dîyar kir ku hişberîya çêkirî dikare jibo teknolojîyê fersendên nû çêke, lê ser rîskên wê jî hişyarî da.

Wê got ku divê hişberîya çêkirî jibo mirovan be û di bin kontrola wan de be.

Papa Francis serê salê ser hişberîya çêkirî behsa tirs û hêvîyên xwe kiribû.

Wî got ku divê ew texmînên ser felaketê deynin hêlekê lê divê ew ji bîr nekin ku hişberîyê çêkirî dikare agahîyên xirab û şaş belav bike.

Papa Francis meha borî jî ser hişberîya çêkirî got ku ‘’dîktatorîya teknolojîk’’ e û bang li dewletên cîhanê kir ku ser wê lihevkirineke navnetewî çêkin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG