Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Kahraman Bang li Kurdan Dike ku Dengên Xwe Bidin DEM Partî û CHP'ê


Muzîsyen Metîn Kahraman bang li Kurdan kir ku di hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê yên 31'ê Adarê de dengên xwe bidin Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û Partîya Gel ya Komarî (CHP).

Kahraman got ku divê Kurd li herêma Kurdan dijî qayuman dengên xwe bidin DEM Partî û li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê jî li hêla CHP’ê bisekinin.

‘’Em dixwazin ku li hemî bajarên Kurdan piştgirî jibo berbijarên DEM Partî be. Li bajarên mezin yên wek Enqere, Stenbol û Îzmîrê, kesên berevanîya demokrasîyê dikin divê dengên xwe bidin CHP’ê.’’

Metîn û Kemal Kahraman
Metîn û Kemal Kahraman

Wî dîyar kir ku dengên Kurdên li Stenbolê stratejîk in û divê ew rayên xwe jibo pêşvebirina demokrasîyê bidin berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu.

Kahraman got ku di dewra Îmamoglu de li Stenbolê gelek hunermendên ji çandên cihê fersend dîtine ku ew di çalakîyên şaredarîyê de hunerên xwe pêşkeş bikin.

Li hember berbijarîya Îmamoglu, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hewil dide bi berbijarîya Murat Kurum Bajarvanîya Stenbolê jinûve bistîne.

Karbidestên AKP’ê dibêjin her çiqas DEM Partî li Stenbolê berbijar derxistiye jî ew bi CHP’ê re ser dengên Kurdan ‘’hevkarîyeke kirêt’’ dimeşîne.

Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin wê hilbijartina Stenbolê deqedeq be û wê dengên Kurdên li wî bajarî jibo encaman dîyarker bin.

XS
SM
MD
LG