Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje Bidawîkirina Dagirkeriya Îsraîlê ya Herêmên Filistînyan 'Karê Pêşiyê' Ye


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û Hevpîşeyê Wî yê Misrî Sameh Shoukry li Stanbol 20ê Nîsanê 2024
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û Hevpîşeyê Wî yê Misrî Sameh Shoukry li Stanbol 20ê Nîsanê 2024

STENBUL - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, îro Şemiyê diyar kir ku divê aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de nebin sedema dûrketina ji balkişandin ji ser rewşa Gazayê û armanca pêşî ya civaka navneteweyî divê dawî li dagirkeriya Îsraîlê ya li ser herêmên Filistîniyan bihê.

Fîdan roja Şemiyê li Stenbolê di dema seredana Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî de axifî, ku ji Îran û Îsraîlê xwest ku xwe kontrol bikin û aramiyê biparêzin.

Serdana Şukrî bo Tirkiyê di demekê de tê ku li Rojhilata Navîn aloziyeke mezin heye piştî êrîşa Îsraîlê ya bersivdana li dîjî Îranê. Îsraîl derbarê bûyerê de tiştek negot.

Piştî hevdîtina li Stenbulê her du wezîran civîneke rojnamevanî pêkanî.
Fîdan di civîna rojnamevanî ya hevbeş de ligel Şukrî got "Me gotûbêj kirin ka emê çawan bikarin zêdetir alîkariyên mirovî bigihênin Gazayê, û çi dikare di demek dirêj de ji bo çareseriya du dewletî were kirin."

Di serdana Şukrî ya Tirkiyê de behsa amadekariyên hevdîtina Civata Hevkariya Stratejî de ya di navbera her du welatan de jî hatiye kirin ku dibe di demek nêz de Serokê Misrê Abdulfetah el Sîsî serdana Tirkiyê bike.

XS
SM
MD
LG