Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Murad Îsmaîl: Dehan Gorên Komî Hene ku li Benda Vekolînê Ne


Îro Şemiyê, paşmayên 104 Êzîdiyên ku bi destê komela Dewleta Îslamî DAIŞ ve hatibûn kuştin tên veşartin li goristana gundê Koço li devera Şengalê.

Di Tebax 2014 de, çekdarên DAIŞê êrîş kirin wê deverê û du bijare dan gundiyan, yan bibin Musilman an dê werin kuştin.

Hestiyên 104 ji wan qurbaniyan ji Bexdayê hatine veguhastin piştî naskirina wan bi taqîkirina DNA, ku ew birin ku bêne nas kirin.

Murad Ismail
Murad Ismail

Murad Îsmaîl, rêvebirê berê yê Yezda ku û bi dehan gorên bi komî li devera Şengalê tomar kirine û belge berhev kirine, gote Dengê Amerîka, ku ev tevger hindikê dereng bû, lê ew erênî bû.

"Bi dehan gorên komî yên din jî hene ku divê bêne vekolîn û divê hestiyên wan werin nas kirin."

Murad Ismail
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:07 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG