Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Em Hewil Didin ku Pirtir Sîstemên Berevanîyê Bidin Kîevê


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stolenberg îro Pêncşemê got ku ew hewil didin ku pirtir sîstemên berevanîya esmên bişînin Ukrayna.

Stoltenberg li Îtalya dema civînên wezîrên derve yên G7 dîyar kir ku derengmayîna alîkarîyan zararê didin hewildanên Kîevê yên jibo sekinandina hêzên Rûsî.

‘’Me agahîyên ser sîstemên berevanîyên esmên yên li dewletên NATO berhev kirin û me bala xwe da ser sîstemên Patriot. Jibo em hin sîsteman li Ukrayna bi cîh bikin em bi hevbendan re dixebitin.’’

Wî dîyar kir ku ew dîyaloga bi hin dewletan re didomînin ku ew sîstemên Patriot bişînin Ukrayna.

Stoltenberg got ku ew dikarin NASALSê jî bidin Ukrayna ku sîstema muşekan ya ji erdê ber bi esmên ve ye.

Sekreterê Giştî yê NATO dîyar kir ku derengketina alîkarîyan rê li ber hêzên Rûsî vedike ku ew pirtir pêşve herin.

Civata NATO û Ukrayna wê sibê Înê kom bibe û çaverê ye Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî beşdarîyê li civînê bike.

Stoltenberg dîyar kir ku alîkarîyên hevbendên NATO wêrekîyê dide wî û got ku nîşan raber dikin ku Kongresa Amerîkî jî wê paketa alîkarîyê ya 60,84 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna bipejirîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG