Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Pêşmerge ji Sê Aliyan Êrîşî Çekdarên DAIŞê Dikin


Şerê Rizgarina Musil - Hêzên Pêşmerge
Şerê Rizgarina Musil - Hêzên Pêşmerge

Serê sibeya roja Pênşemê ji sê aliyan de operasiyona bakûrê Musli hat destpêkirin, hêzên beşdar di vê operasiyonê de, hêzên Pêşmergên Kurdistan bi alîkariya êrîşên esmanî yên hevpeymanan hat destêkirin.

Operasiyon ji sê aliyên eniya Telesqof, Nawiran û Başîkê hat destpêkirin, armanca sereke ya vê operasiyonê rizgarkirina qeza Başîkê û çendîn nahiye û gundên herêma deşta Musilê ye ku, pirnaiya xwecihên wan herêman Kirîstiyan û Şebek in.

Weke hatî pilankirin divê di operasiyonê de gundên Nawiran, Balîme, Kanon, Faziliye û qeza Başîk bihên rizgarkirin, eger li gur pilana hatî darêtin operasiyon biserkeve dê ev hêz 10 kîlometran nêzîkî bajarê Musil bibin ji aliyê bakûr de.

Pêşmerge Omer Osman Elî dibêje"Çekdarên DAIŞ xwe ranagirin direvin, serkeftin her bo pêşmerge ye".

Mîna Nesrulla yek ji Jinên Pêşmerge yên girêdayî Partiya Azadî ya Kurdistan ku, di operasiyonê de beşdar bû, gote Dengê Amerîka"Me weke erkê ser milên xwe dît ku em beşdarî vî şerî bibîn". Yek ji fermandarên Pêşmerge Muslih Ebdulbaqî Xelîl dibêje"Naweran hatiye rizgarkirin, li gur pilanê ewê heta sinorê Madê 140 herin li nêzîk Şelalat" rawestin, weke Muslih dibêje ev sinorê wan e ku hêzên wan li wêderê bimînin û zêdetir pêşda neçin.

Wek tê zanîn dema serê sibeya 17î vê mehê Operasiyona Rigarkirina Musil ji aliyê serok hikûmetê Îraqê Haider al-Abadî hat ragihandin, hat zanîn ku ne pêşmerge û ne heşda Şaabî naçin nava bajarê Musil.

Pêşmerge ji Sê Aliyan de Êrişî Çekadrên DAIŞ Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

XS
SM
MD
LG