Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Pêkane Careke Din Qeyûm li Tirkiyê Werin Danîn û DEM Partî Were Girtin?


HABAR KAPAK
HABAR KAPAK

Nivîskarê rojnameya Hurrîyetê Nedîm Şener, di qûncikê xwe de îdia kir ku dê bi îmzeya Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û destnîşankirina qayûman lêpirsîn daya destpêkirin.

Şener, di nivîsa xwe de îdia kir ku lêpirsîn li dijî rêveber, endam û şaredarên girêdayî DEM Partîyê têne domandin. Şener angaşta xwe de dibêje, “Gavên pêşîn ji bo doza girtina PKK/DEM Partî hat avêtin.”

DEM Partîyê di 31 Adarê de 3 şaredarîyên bajarê mezin, 7 bajar, 58 navçe û 10 belde, bi tevahî 78 şaredarî bi dest xist. Şener di nivîsa xwe de îdia kir ku li ser 27 şaredarîyên DEM Partîyê lêpirsîn û peyketin hatîye destpêkirin.

Rojnameya Hurriyetê li Tirkîyê rojnameya herî mezin e ku nêzîkî desthilatîyê ye. Şener van angaştên xwe bi daneyên Wezareta Navxweyî û Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind ve girê dide.

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan ev angaştên Nedîm Şener red kirin û got:

“Li Tirkîyê kes tune ku lêpirsîn li ser wî neyê kirin. Mînak Ekrem Îmamoglu jî heye. Wê gavê hûnê wan hemûyan ji kar dûr bixin? Gelo ev yek dikare bibe sedem? Bi îfadeyên şahidên nepen kî nayê darizandin? Tirkîyê ne Tirkîya kevn e. Kurd jî ne Kurdên berê ne. Li Wanê jî hewil dan destwerdanê bikin, gel jî bersîv da. Ti kes nikare şaredariyên me bigre û talan bike.”

Piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an cara yekem di 1 Nîsanê de li Wanê li ser Hevserokê Şaredarîya Wanê Abdûllah Zeydan ji alîyê Wezîrê Dadê, ji ber ku darizandina wî berdewam dike, ji dadgehê hatibû daxwazkirin li ser Zeydan qayûm were destnîşankirin.

Zanyarê Sîyasî Onur Erîm, li ser erkdarkirina qayûman ji Dengê Amerîkayê re axivî.

Onur Erîm, Şirovekarê Sîyasî
Onur Erîm, Şirovekarê Sîyasî


Ew dibêj, “Li cîhanê bi taybetî li welatên rojavayî kesên ku nikarin bi ti awayî bibin berbijêr, ji ber van kêşeyên teknîkî, ji ber ku sîstema me ya hiqûqî pir hêdî dixebite û ji ber hin kêmasiyên qanûnî û rêziknameyê dikarin bibin berbijêr. Ji ber vê yekê jî dema ew tên hilbijartin, di nav civakê de jî alozî çêdibe. Sîstema ku ji bo çareserkirina vê yekê ye jî, ber bi qayûmê ve diçe.”

Endama Desteya Birêvebirana Navendî (MYK) ya DEM Partî Îlknûr Bîrol ev angaştên li ser erkdarkirina qayûman ji Dengê Amerîkayê re rave kir.

Ew dibêje, “Gelê Kurd di 31’ê Adarê de derseke pêwîst da. Hilbijartinên şaredariyan, ku du caran qayûm hatinbûn dîyarkirin, di hilbijartina dawî de gel car din rê neda qayûman.”

Îlknûr Bîrol, Endama Desteya Birêvebirana Navendî
Îlknûr Bîrol, Endama Desteya Birêvebirana Navendî


Navên 27 şaredaran Nedîm Şener di nivîsa xwe de îdia dike ku li ser wan lêpirsîn û peyketin hatîye destpêkirin ew nav jî wiha ne:

Gulîstan Sonuk ji Batmanê, Safiye Akdağ ji Amed/Yenîşehîrê, Dîlek Dîyar Ozer ji Amed/Licê, Şadîye Kırmızıgul ji Culemêrg/Yuksekovayê, Mehmet Alkan ji Qers/Kaxizmanê, Hoşyar Sariyildiz ji Mêrsîn/Akdenîzê, Mehmet Karayilan Riha/Xelfetîyê, Ayten Kaya Riha/Suruçê, Guler Yerbasan ji Şirnax/Cizirê, Cevdet Konak ji Dersimê, Cafer Oğuz ji Xarpêt/Karakoçanê, Hazal Aras ji Agrîyê, Gulşan Sîncar ji Amed/Kayapinarê, Fatma Ay ji Amed/Qulp, Mehmet Siddik Akiş ji Culemêrgê, Mehmet Nurî Guneş ji Îxdirê, Ahmet Türk ji Mardînê, Mehmet Alî Amak ji Mardîn/Artukluyê, Sofya Alagaş ji Sêrtê, Ali Riza Bîngol ji Sêrt/Kurtalanê, Jîyan Ormanli ji Şirnax/Sîlopîyê, Abdullah Zeydan ji Vanê, Cevdet Altindag ji Van/Îpekyoluyê, Şengül Polat ji Van/Başkaleyê, Hanim Akkoş ji Van/Tuşba, Sakine Kutpinar Van/Ozalpê û Ayvaz Hazir ji Van/Bahçesarayê.

Raporta Enqerê 09 05 2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00
XS
SM
MD
LG