Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pîrozbahîya Newrozê li Stenbolê Qedexe Ye


Newroz in Istanbul
Newroz in Istanbul

Pîrozbahîyên Newrozê hefteyeke ye li gelek bajaran destpê kir, li gelek bajaran jî ji hela walîtîyan ve hate qedexe kirin

Newroza Stenbolê ku îsal di 19’ê Adarê de li Bazara Gel ya Bakirkoya Stenbolê bihata pîroz kirin ji hêla walîtîya Stenbolê ve hate qedexe kirin.

Walîtîya Stenbolê jibo qedexekirina Newroza Stenbolê 21’ê Adarê wek hincet nişan dabû ku çima di wê rojê de pîrozbahî nayê kirin.

Ne tenê li Stenbolê di heman demê de li Enqerê, Êlih û li gelek bajarên din jî bi hinceta ku di rojê wan de nayên pîroz kirin, destûr nehatibûn dayîn.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mustafa Avci ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku îsal hevserok û parlamenterên wan di girtîgehan de ne û destûr bidin jî, nedin jî Newroz di dîroka Kurdan de pîrozbahîyeke xwezayî ye.

ZY_3_20_17_Newroz
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00

XS
SM
MD
LG