Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Cenazeyê Newşêrwan Mistefa li Girê "Zergete" Oxir Kirin


Oxirkirina Newşêrwan Mistefa Rêberê Giştî yê Tevgera Goran
Oxirkirina Newşêrwan Mistefa Rêberê Giştî yê Tevgera Goran

Îro serê sibeya Şemiyê siyasetmedarê Kurd Newşêrwan Mistefa li bajarê Silêmaniyê li girê "Zergete" hat veşartin, bi hezaran kes ji berpirs, hezkirî û endamên "Tevgera Goran" di merasîmên veşartinê de made bûbûn.

Serê sibê termê Newşêrwan ji nexoçxana Farûq bo mizgefta mezin ya bajarê Silêmaniyê hat veguhastin, paşan bi meşekê bi tevlîbûna hezaran kesan ber bi girê "Zergete" ve meûiyan, termê Newşêrwan Misterfa radestî axê hat kirin.

Îro tazî dê li bajarê Silêmaniyê be û sibê dê li bajarê Hewlêr li mizgefta "Sewaf" be.

Doh Newşêrwan Mistefa rêberê giştî yê Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê di jiyê 73ê saliyê de koça dawî kir bû, piştî rastî êşeka giran hatî, bo demekê dirêj li dervey welat dihat çareserkirin, lê roja 13î Gulanê vegeriya Herêma Kurdistanê doh 19î Gulanê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

XS
SM
MD
LG