Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley Daxwaza Trump ya Balyoza Netewên Yekgirtî Erê Dike


Kenalên Mediya Amerîka Çarşemê dan zanîn ku, serokê hilbijartî Donald Trump daxwaz ji Nikki Haley hakima eyaleta South Karolina kiriye da bibe balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî, Wê jî daxwaz qebûl kiriye.

Haley yek ji wan Komariyan bû di dema kampêna hilbijartinan de rexne li Trump girt bûn û destpêkê wê piştevanî dida berbijêr Marco Rubio sînatorê Florida û şûnde Ted Cruz destek dikir, lê wê berî dengdanê ragihand ku herçende têbîniyên wê derbarê Trump hene lê dê dengê xwe bide wî.

Kenalê NBC dide zanên ku, Haley daxwaza Trump erê kiriye û got"hertim min dixwest ez qonaxa duyan ya wezifa xwe ya weke hakim bidawî bînim", lê vegeriya got "ez hest bi erkê dikim", weke kenalê NBC dibêje.

Roja Pênşema borî xanim Haley li New York civîn li gel Trump encam dabûn, piştî civînê wê dabû xûyakirin ku encamên civînê di baş bûn, weha dihat hizirkirin ku, Trump wê weke wezîra derve ya Amerîka destnîşan bike.

Eger bi fermî wezîfedar bibe, ev dê bibe yekemîn Jin heta niha di rêvebiriya Donald Trump de postekê weha bilind werdigire, lê pêwîste encûmena Sênatê biryarê bipejirîn e.

XS
SM
MD
LG