Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Hollanda Ser Karanîna Facebookê Hişyarî Dide


Sazîya çavdêrîya ewlekarîya Hollandî, Autoriteit Persoonsgegevens (AP) îro Înê bang li sazîyên dewletê kir ku nema Facebookê bi kar bînin.

“Vê gavê ne eşkere ye ku wê çi were serê agahîyên şexsî yên karînerên Facebookê ku li rûpelên sazîyên dewletê dinêrin û ev rewş fikarên ewlekarîyê çêdike,” AP got.


Serokê AP’ê Aleid Wolfsen dîyar kir ku divê kesên li rûpelên hikûmetê dinêrin piştrast bin ku agahîyên wan yên taybet ewle û ti zarar nagihije wan.

Cîgira Wezîra Dîjîtalkirinê Alexandra van Huffelen got ku kompanîya serekî ya Facebookê, Meta divê heta havînê ser fikarên wan hin guherînan bike.

Huffelen dîyar kir ku ger ti guherîn çênebe ewê mecbûr bimînin ku karanîna Facebookê berdin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG