Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amsterdam Dijî Turîzma Girseyî ya Pir Zêde, Avakirina Otelên Nû Qedexe Dike


Rêvebirîya herêmî ya Amsterdam ya Hollanda bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê jibo avakirina otelên nû destûrê nede.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev biryar li hember turîzma girseyî anku mass tourism gaveke mezin e.

‘’Em dixwazin bajêr jibo xwecihan û turîstan bikin bajarekî jîyanê û wê biparêzin. Wateya vê ev e: Turîzma girseyî wê pir zêde tunebe, otelên nû çênebin.’’

Li gor daxuyanîyê wê tevahîya turîstan di salekê de karibin herî zêde 20 mîlyon car li otelan bimînin.

Bi biryara nû li Amsterdamê otelek gava otelek were girtin dikare were ava kirin û jibo domdarîya jîyanê jî wê rêkên avakirina otelan hebin.

Otelên ku berî vê biryarê destûr sitandine dikarin ava bibin.

Amsterdam hewil dide turîzma ser seks û hişbiran kêm bike û hejmara turîstan ya salane digihije bi mîlyonan kes sînordar bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG