Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Noqaveke Amerîkî Giheşt Koreya Başûr


Noqaveke Amerîkî di van rojên ku girjîya di navbera Amerîka û Koreya Bakur de zêde ye giheşt Koreya Başûr.

USS-Michigan ya ku ser muşek hene, ewê bikeve nav koma keştîyên firokan yên bi pêşengîya Carl Vinson.

Ji alîyê din ve Koreya Bakur sala 85’an ya damezirandina artêşa wê pîroz kir. Koreya Bakur da zanîn ku leşkerên wê di pîrozbahîyan de bi dûravêjan tetbîqat kirine.

Di van rojên dawî de, jiber daxuyanîyên tund yên Amerîka û Koreya Bakur girjî zêde bûye.

Pispor hişyarî didin ku Korey Bakur dikare pirtir çekan biceribîne, lê Koreya Başûr dîyar dike hîn tiştekî ne ji rêzê neqewimîye heta niha. Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr da zanîn ku li dora bajarê Wonsan ya Pyonyang bi topan tetbîqat hatiye kirin.

Sererkanîya Koreya Başûr got ku artêşa wê, Artêşa Koreya Bakur ji nêz ve dişopîne.

USS-Michigan bi hêza nukleer dixebite, ser 154 muşekên Tomahawk hene û di noqavê (tehtelbehr) de tîmek taybet jibo operasyonê heye ku ji 60 kesan pêk tê.

XS
SM
MD
LG