Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş got ku wî bi partîyên sîyasî re ser guherandina qanûna bingehîn danûstandinên erênî kirine.
Kurtulmuş dîyar kir ku partîyên ku ew çûye serdana wan ji wî re gotine ku derîyên wan jibo xebatên qanûna bingehîn ya nû vekirî ne.
‘’Jixwe hemî partîyên sîyasî di bernameyên xwe de behsa guherandina qanûna bingehîn kirine. Loma jî guherandina qanûnê ne fantezî ye, ne xeyal e.’’
Wî got ku di danûstandinên pêşî de atmosfereke geşbîn çêbîye û dîyar kir ku ew hêvî dike ku ewê encameke erênî bi dest bixin.
Kurtulmuş da zanîn ku 95 ji sedê dengên hemwelatîyên Tirkîyê li parlamanê tê temsîl kirin ku ew jî jibo pirdengîyê rêjeyeke baş e.
Serokê Parlamana Tirkiyê dîyar kir ku di parlamana Tirkîyê de 14 partîyên sîyasî hene û 6 partîyên jî li parlamanê kom çêkirine.
Di rojên borî de Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel, ku li Tirkîyê rêberê serekî yê opozîsyonê ye, serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû.
Ozel û Erdogan piştî hevdîtinê ser danûstandinê ser nermbûna sîyasetê peyamên erênî dabûn û rêberê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê Erdogan gotibû ku ewê jî di rojên pêş de de serdana Ozel bike.
Medyaya nêzî Kurdan jî dîyar dike ku Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku li Tirkîyê wek partîyeke pro-Kurd tê dîtin, bi awayekî erênî li danûstandinên ser guherandina qanûnên bingehîn dinêre.
Karbidestên DEM Partî balê dikişînin ser girtîyên sîyasî, erkdarkirina qayuman û dibêjin jibo guherandina qanûnê divê zemîneke demokratîk hebe û qanûn li ser lihevkirina civakî çêbe.
Jêder: NTV, Artı Gerçek, Ajansa Mezopotamya