Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FIFA Birydar Da ku Fînala Kupaya Cîhanê 2026 li New Yorkê Be


Stadyuma MetLife ya New Yorkê.
Stadyuma MetLife ya New Yorkê.

FIFA roja Yekşemê ragihand ku maça fînal ya Kupaya Cîhanê sala 2026’an dê li stadyuma Metlife ya nêzîkî New York’ê be.

Di hewldana mêvandarîya lîstika 19’ê Tîrmehê de, New York ligel bajarê Dallas yê Teksasê ketibû kêbirkê de.

Maçên Kupaya Cîhanê yên 2026’an wê li Amerîka, Kanada û Meksîkayê pêk werin.

Ev cara yekê ye ku FIFA rê dide sê welatan ku bihevre mêvandarîya pêşbazîya herî mezin ya futbolê bikin. Di wê pêşbazîyê de dê herwiha bo cara yekê 48 tîm, li şûna 32 tîman, beşdar bibin.

Kupaya Cîhanê 2026 dê 11’ê Hezîranê li stadyuma Azteca ya navdar li bajarê Meksîko pêk were.

Bi tevahî, dê lîstikên FIFA 2026 li 16 bajaran seranserê hersê welatan lidar bikevin, tevî ku piranîya maçan dê li Amerîka bin.

Ev ne cara yekê ye ku Kupaya Cîhanê ya FIFA li Amerîka li dar dikeve. Di sala 1994’an de jî Amerîka mêvandarîya kir û maça dawî li stadyuma Rose Bowl, li nêzîkî bajarê Los Angeles pêk hat.

Stadyuma MetLife ya nêzîkî New York di nav sînorê wîlayeta New Jersey de ye û têra 82,500 temaşevan dike.

Tîmên New York Giants û New York Jets yên futbula Amerîka maçên xwe li wir dilîzin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG