Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Spasdarîyê de Obama û Trump Mesajên Yekîtîyê Didin


Serokê Amerîka Barack Obama û malbata wî cara dawî li Qesra Sipî Roja Sapdarîyê pîroz dikin.

Wî di merasîma taybet de, bi awayekî toreyî, canê 2 ciluxên bi navê "Tater û Tot" û bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin.

Wî di mesaja taybet ya Roja Spasdarîyê de got, “her çiqas em cihê bin jî, em yek gel in û beşeke tiştekî ji me mezintir in.”

“Em civakên ji hev cuda ne ku bu hevre pêşve diçin. Em cîranên hev in ku çavdêrîyê li hevdu dikin û taybetî jî xema yên xizantir dixwin. Em her dem Amerîkî ne.”

Obama bi berdewamî got ku Amerîkî ne bi nîjad yan ol, lê bi rêzgirtina nêrîna hevbeş ya – em hemî wekhev hatine afirandin- e û em dikarin wek me xwestî bifikrin, bawer bikin, bipeyîvin û hez bikin.”

Bi alîyekî din ve, serokê hilbijrtî yê Amerîka Donald Trump û malbata wî li bajarê Palm Beach ya Florida vê rojê derbaz dikin. Trump di peyama xwe ya Roja Spasdarîyê de baê kişand ser girîngîya yekîtî û hevrebûnê.

“Dem hatiye ku bawerîya navbera hemwelatîyên Amerîka xurt be jiber ku dema Amerîka yek be, tiştek tune ku em nikarin cîh bînin,” Trump bi rêya vîdyoyeke ku di Twitterê de hate weşandin de got.

XS
SM
MD
LG