Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukranya Dibêje Êrîşên Ukrayna Zararê Didin Binesazîya Sîvîl


Akademîya Hiqûyê ya Odesa piştî êrîşên Rûsî di nava êgir de ye (Nîsan 29, 2024)
Akademîya Hiqûyê ya Odesa piştî êrîşên Rûsî di nava êgir de ye (Nîsan 29, 2024)

Walîya herêma Odesa Oleh Kiper îro Çarşemê ragihand ku îvîlOleh Kiper îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşa muşekî ya Rûsya de 3 kes hatine kuştin û 3 kesên din ji birîndar bûne.

Kiper dîyar kir ku jiber êrîşên muşekî yên roja dawî binesazîya sîvîl jî zarar dîtiye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Çarşemê ragihand ku Ukrayna bi dronan êrîş birine ser herêmên wê yên cuda, lê hêzên wan ew êrîş sekinandine.

Li gor ragihandina wezaretê li herêma Voronej 3 û li Belgorod, Kursk û li Ryazanê jî tevahî 3 dron hatine pûç kirin.

Walîyê Voronejê Aleksandr Gusev dîyar kir ku enqaza dronekê zarar daye malekê, lê ti kes birîndar nebûye.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Sêşemê bi şev bang li hevbendan kir ku alîkarîyan demûdest bişînin.

Zelenskyy got ku jibo ew kanînên hêzên xwe yên leşkerî bi aweyekî berbiçav pêşve bibin divê hevbend lezûbezekê bidin şandina alîkarîyan.

Wî dîyar kir ku divê enîyên şer li hember êrîşên bombeyî yên Rûsya bi berevanîya esmên, top û dronan bikevin bin kontrola hêzên Ukraynî.

Serokê Ukraynî dîyar kir ku pişta wan bi lezgînîya alîkarîyên Amerîka qewîn e û got ku divê ew bi alîkarîyan li hemî dagirkirî piştgirîya hevbendan bidin his kirin.

Kongresa Amerîkî alîkarîya 61 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna pejirand û Amerîka soz da ku ew alîkarîyan bi lezûbez bişîne.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG