Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Paçal: Xwepêşanderên Tûre Cihê Xwe Di Civakê De Nabînin


Omer Paçal: Piraniya wan xortên tûre ketine jêr bandora tevger û îdolojiya Bernie Sanders, kandîdê berê yê demokratan.

Li çendîn bajarên Amerîka xwepêşandan jibo dadwerî û wekheviya civakî tên kirin bi dirêjahiya heftiyekê piştî mirina zelamê reş George Floyed. Ew zelam mir demekî kurt piştî polîsekê spî li ostanê Minnesota ew girt, destên wî ji piştê ve girêdan bi hêza xwe çoka li ser stoyê wî danî.

Lê xwepêşandan bi tundûtîjî bi dawî dibin. Xortên tûre êrîşî polîsan dikin û derî û pencereyên bazar û dukanan di şkînin û talan dikin.

Li demê kû gelek kes dibêjin siyasetên serok Donald Trump sedemê van aloziyan ne, Omer Paçal, xwendikarê dektorayê li beşê Sosyuolojî li zankoya George Mason li Virginia dibêje, piraniya xortên tûre cihê xwe di civaka nu ya Amerîka de nabînin û ne geşbînin ji paşeroja xwe re. Piraniya wan xortan ketine jêr bandora tevger û îdolojiya Bernie Sanders, kandîdê berê yê demokratan jibo helbijartinên serokatiyê kû daxwaza guhertina sistemê siyasî û civakiyê Amerîka dike.

Hevpeyvîn digel Omer Paçal
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:05 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG