Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Dibêje Wê jiber Fikarên Ser Ewlekarîyê X/Twitter Daxistîye


Navenda giştî ya X li bajarê San Francisco
Navenda giştî ya X li bajarê San Francisco

Wezareta Navxweyî ya Pakistanê îro Çarşemê ragihand ku wê platforma medyaya civakî, X jiber fikarên ser ewlekarîya neteweyî daxistîye.

Karînerên X’ê, ku navê wê yê berê Twitter bû, dîyar kiribûn ku ew ji nîvê Sibatê vir ve nikarin bikevin platformê, lê hikûmetê ser sedemê ti daxuyanîya fermî nedabû.

Girtina X’ê roja Çarşemê di raporê de hat dîtin ku Wezareta Navxweyî ya Pakistanê pêşkeşî dadgehê kiriye.

Di raporê de, ku ji alîyê ajansa nûçeyan ya Reutersê ve hatiye dîtin, tê gotin ku X/Twitter li gor dîrektîfên hikûmetê tevnagere û jiber ku ew bi awayekî xirab tê karanîn û platform jî li hember fikaran tedbîran nastîne divê ew qedexe be.

Li gor raporê, Îslamabadê fikarên xwe ji X’ê re gotine, lê wê platformê guh nedaye çareserkirina kêşeyan.

X’ê ser daxwaza Reutersê ya jibo şiroveyeke ser nûçeyê hîn ti bersîv nedaye.

Rapor raber dike ku biryara ser girtina X’ê piştî fikarên sazîyên îstixbarat û ewlekarîyê hatiye ragihandin.

Ew rapor dîyar dikin ku dijminên Pakistanê ji ser X’ê dixwazin zararê bidin îstiqrara welêt û kaosê çêkin.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG