Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berîvan Firat: Êrîşa Parîsê Kiryareke Plankirî ya Dijî Kurdan E


Berpirsa Dîplomasî ya Civata Demokratîk ya Kurdî ya Fransa (CDFK) Berîvan Firat ji Dengê Amerîka re got ku di êrîşa çekdarî ya dijî sazîyan Kurdan de 3 kes canên xwe ji dest dan, hinekên din jî birîndar bûn.

Firat da zanîn ku rewşa du kesên birîndar giran e.

“Zilamekî çekdar êrîş bir ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û teqe li kesên wê derê kir. Wî, dû re êrîşî du dikanên Kurdan kir ku yek ji wan Xwaringeha Avesta û ya din jî Salona Munzur ya Ciwankarî ye.

Heta niha 3 es şehîd bûne û 10 kesên din jî birîndar in ku rewşa du ji wan giran e. “

Firat got ku di dema êrîşê de civîneke plankirî hebû, lê jiber hin pirsgirêkên trafîkê civîn hatibû paşxistin.

“Em bawer dikin ku armanca wê êrîşê ew civîna plankirî bû û êrîşvan dixwest pirtir kesan bikuje.”

Firat daxuyanîya polîsên Fransî rexne kir ku dibêje dibe ku êrîş kiryareke nîjadperestî be.

“Bi bawerîya me ev êrîş kiryareke plankirî ye jiber ku tenê cîhên Kurdan dibin armanca êrîş. Li heman kolanê cîhên Afrîqîyan, Mexrîbîyan, Farisan û Lubnanîyan hene, lê tenê cîhên Kurdan tê êrîş kirin.”

Firat dibêje ku ji kesê ku êrîş pêk anîye girîntir divê meriv binêrê kî li paş wê qirkirinê ye.

“Divê em baş bizanin ku kê ew êrîş plan kirîye û fermana qirkirinê da jiber ku armanc tirsandina Kurdan û bêdengkirina wan e. Ev êrîş vê demê te çêdibe ku salvegera Qatlîama Parîsê nêzîk dibe ku 3 jinên Kurd li vî bajarî hatibûn kuştin. Ger Fransa hîngê bikarîbûya Kurd biparêstana îro ev qatlîam çênedibû.”

Berivan Firat: Êrîşa Parîsê Kiryareke Plankirî ya Dijî Kurdan E
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

Firat bang li karbidestên Fransî kir ku bûyerê ron bikin û civata Kurdî biparêzin.

XS
SM
MD
LG