Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDK Û Rêveberiya Kampa Mexmûrê Hevdu Tawanbar Dikin


Kampa Mexmûr
Kampa Mexmûr

Rêveberiya Kampa Mexmûrê dibêje "Ji ber nêzîkbûna PKKê ji Tirkiyê re, em naxwazin cihên nêzîkî me radestî Pêşmergeyên PDKê bên kirin."

Rûniştvanên kampa Mexmûrê bi behaneya nêzîkbûna PDKê ji Tirkiyê, daxwaz dikin ku hêzên îraqî li şûna Pêşmerge li xalên kontrolê yên nêzîkî kampa wan bicih bibin.

PDK ji aliyê xwe de, Rêveberiya kampa bi radestkirina sê xalên leçkerî li çiayayê Qereçox ya Heşda Şaabî tawanbar dikin.

Filz Budak, endamê desteya birêvebiriya kampa Mexmûrê, ji Dengê Amerîka re got: "Em naxwazin sengerên nêzîkî kampa me radestî Pêşmergeyên PDK'ê bên kirin, ji ber ku ew nêzîkî dewleta Tirk in û em ê di bin metirsiyeke mezin de bimînin."

Roja 22ê cotmehê, 2023ê, li rojhilatê kampa Mexmûrê li Çiyayê Qereçoxê, di encama şer û pevçûnek di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerê Iraqê de, li ser kontrolkirina 3 xalên ewlekariyê yên leşkerî, 3 pêşmerge û 2 leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.

Wan xalên kontrolê ji sala 2014ê de ji dema êrîşa berfireh ya DAIŞê bo ser herêmê ji aliyê şervanên PKK dikatin parastin, lê hefteya borî hat ragihandin ku PKK ji wan xalan derketîye da ku ti hincet jibo Tirkiyê çênebin ku êrîşên xwe li ser xelkê kampê berdewam bike.

Peyvdarê PDKê yê şaxê Nînewayê Seîd Memûxinî got Dengê Amerîka "Nakokiyên me bi PKKê re giha wê astê ku ew wan xalên kontrolê radestî Heşda Şaabî bikin û radestî hêzên Pêşmerge nekin, jiber ku ew xalên leşkerî yên stratejîkin li herêmê jiber wê yekê pêşmerge hewila kontrolkirina wan xalan da."

Memûxinî got "Danûstandin di navbera Herêma Kurdistanê û Baxdayê de dom dikin. Helbet divê encam di berjewendiya her du aliyan de bin."

Derbarê aloziyên di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerê Îraqê de li ser xalên Çiyayê Qereçoxê, lîwa Îsa Ozêr fermandarê Pêşmerge Îro Pêncşemê di preskonferansekê de got, "Rewşa Mexmûrê hê aram nebûye, Iraq û Herêma Kurdistanê li ser hewlên çareserkirina pirsgirêkan berdewam in."

Kampa Mexmûrê, ku wek kampa Rostem Cûdî jî tê naskirin, nêzîkî 10,000 malbatên kurd yên ji herêmên kurdan li Tirkiyê tê de dijîn, lê dehan carasn ew kamp rastî êrîşên esmanî yên Tirkîyê hatiye û hercarê sivîl bûne qurban.

Raporta Dilşad Enqer

Raporta Dilşad Enwer - Kampa mexmûr
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:35 0:00

XS
SM
MD
LG