Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dikare Pirtir Şîretvanên Leşkerî Bişîne Ukrayna


Berdevikê Pentagonê General Pat Ryder îro Duşemê got ku Amerîka dikare hin şîretvanên leşkerî bişîne balyozxaneya Kîevê ku destekê bidin artêş û hikûmeta Ukrayna.

Ryder ji VOA re dîyar kir ku ew leşker wê di wan karan de cîh bigirin ku ne yên şer in.

‘’Wezareta Berevanî dema pevçûnan ser ewlekarîyê hebûna me ya li welêt kontrol kir. Niha em difikirin ku jibo xurtkirina Ofîsa Hevkarîya Berevanî ya li balyozxaneyê hin şîretvanan bişînin.’’

Du karbidestên berevanî yên Amerîka, ku nexwest navên wan eşkere bin, ji VOA re dîyar kir ku hejmara şîretvanan hindik e û ew dikare li gor hewcedarîyên balyozxaneyê biguhere.

Jêderekî din jî da zanîn ku hejmera şîretvanan ji 20’an hindiktir e.

Karbidestên berevanîyê dibêjin ku şêwirmend wê ser lojîstîk, ragihandin û erkdarkirinan şîretan bikin.

Malpera Politico şandina şîretvanan berî hemî medyayê ragihandibû.

Berî daxuyanîya Pentagonê ya ser şandina şîretvanan, Civata Nûneran roja Şemîyê paketa alîkarîyê ya 95 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna, Îsraîl û Tayvanê pejirandibû ku ji wê 61mîlyar dolar jibo Kîevê ye.

Civata Senatoran meha Sibatê piştî ku Ukrayna dîyar kiribû ew jiber kêmbûna ber û barûdan li hin herêman hêzên xwe paşve vedikişîne, bernivîseke nû ya ser alîkarîyê erê kiribû.

Serok Joe Biden roja Şemîyê bang li Civata Senatoran kir ku paketa nû ya alîkarîyê bi lezûbez bişîne ser maseya wî ku ew jî bipejirîne û ew alîkarîyê demûdest bişînin Ukrayna.

Biden dîyar kir ku ew paket berjewendîyên ewlekarîyê yên Washingtonê pêşve dibe û ser raberkirina rêberîya Amerîka ya li cîhanê peyameke zelal nîşan dide.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG