Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aktera Porno Daniels li Darizandina Trump Îfadeya Xwe Dide


Dîmeneke nîgarkirî ji rûniştina îro ya darizandina Trump.
Dîmeneke nîgarkirî ji rûniştina îro ya darizandina Trump.

Aktera fîlmên porno Stormy Daniels roja Sêşemê wekî dîdevan îfadeya xwe li darizandina serokê berê yê Amerîka Donald Trump da.

Daniels îdîa dike ku peywendîyeke wê ya seksî ligel Trump hebû berî ku ew bibe serokê Amerîkayê.

Dozger dibêjin ku Trump hewil dabû peywendîya xwe ligel Daniels ji dengderan berî hilbijartinên 2016’an veşêre. Di wan hilbijartinan de Trump biserketibû.

Di vê dozê de Trump rastî 34 tometên sextekirina tomarên kompanîya xwe tê da ku dana 130 hezar dolar bi parêzerê xwe bo Stormy Daniels veşêre. Dozger di dozê de dibêjin ku mebesta wî ji wê yekê ew bû Daniels behsa îdîayên xwe yên peywendîya seksî ligel Trump neke.

Serokê berê û parêzerên wî van hemû îdîyan red dikin.

Daniels roja Sêşemê li dadgehê, bi amadebûna Trump, bersiva pirsên dozger Susan Hoffinger da, tê de behsa jiyana xwe ya dijwar li wîlayeta Louisiana kir.

Darizandina Trump ketiye di vê dozê de ketiye hefteya çaran de û tê çaverêkirin ku bi kêmî du hefteyên din dirêj bike.

Di vê dozê de desteyeke sûndxwaran ya 12-endamî hatiye destnîşankirin bi mebesta ku biryarê ser vê dozê bide.

Jêder: VOA, Washington Post

XS
SM
MD
LG