Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salekê Piştî Hilbijartinan, Hikûmeta Tirkîyê Çi Pêk Anî?


Îro salvegera hilbijartinên Tirkîyê ye. Do Duşemê Wezîrê Xezîne û Malîyê Mehmet Şîmşek piştî saleke bernameya “Pakêta Kêmxerckirinê” ya 100 mîlyar lîra (bêtirî 3 mîlyar dolar) ragihand.

Salekê berê, ku di 14 Gulanê 2023an de hilbijartinên parlementoyê û serokomarîyê hatibûn lidarxistin. Di encama van hilbijartinan de piranîya parlementoyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan bi dest xist û Erdogan jî car din bû serokomarê Tirkîyê.

Pirsa serekî ew e ku hikûmeta Erdogan gelo di nav saleke de çi pirsgirêkên Tirkîyê çareser kirin?

Pispor di nav pirsgirêkan de pirsgirêka aborîyê di asta herî serî de nîşan didin. Her wiha pirsgirêka erdhejê jî cîyekî balkêş digire. Kêşeya Kurd di serî de gelek kêşeyên civakî jî li benda çareserîyê ne.

Aborîzan Evren Zelyut, him ev saleke hikûmetê û him jî pakêta kêmxerckirinê ya Şîmşek ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Rastîyek heye ku berî Mehmet Şîmşek aborî û sîyaset bi tevahî têk diçû. Rezervên Banka Navendî ketibû bin sifirê. Piştî Şîmşek ev yek hate guhertin. Lê bi ya min Şîmşek di warê enflasyonê bi tevahî jî di rastkirina aborîyê de hê ne serketî ye.”

Piştî erdheja 6’ê Şibata 2023, hikûmetê ragihandibû ku dê 319 hezar xanî wê ava bikin. Lê, salek derbaz bû ku li gor hin daneyên resmî hê 100 hezar avahî jî nehatine radest kirin.

Li gor zanyarên sîyasî û civakî jî tê ragihandin ku di warê pirsgirêkên civakî de jî ti gavên erênî hê nehatine avêtin.

Zanyarê sîyasî Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji Dengê Amerîka re ragihand ku di nav saleke de di warê sîyaseta desthilatîyê de guhertineke berbiçav pêk nehatîye.

Ew dibêje, “Ez di nav salekê de di sîyasetên hikûmetê de ti guherandinekê nabînim. Di sîyaseta aborîyê de û di şêwazê birêvebirina sîyasetê de guhertinek tune ye, bes saleke hindabûyî heye. Lê dikarim bêjim ku dema di 31 Adarê de desthilatîyê hilbijartinên şaredarîyê de hinda kir, piştî vî sîyaseteke nerm xiste rojevê.”

Erdem, sîyasetên hikûmetê yên der ji yên navxweyî baştir dibîne. Li gor wî, hikûmet di sîyaseta hindur de qasî sîyaseta der ne baş e.

“Bi Misirê û Îraqê re pêwendîyên baş hatin danîn. Do Mitsotakis hat Tirkîyê û ligel Yûnanîstanê jî hin pêşketin hene. Disa ligel Rêvebirîya Harêma Kurdistanê jî têkilîyên erênî pêk hatin. Herî dawî jî ligel Amerîka têkilî berbi rewşeke baş ve diçe.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku di warê pirsgirêka Kurd de hikûmetê di nav saleke ti gaveke erênî neavêtîye. Piştî hilbijartinen şaredarîyê şaredarîyên bajarên Kurdan, ku li ser qayum hatibûn dîyarkirin paşve hatin girtin, lê ti garantîyek tune ye ku car din li ser van bajara qayum neyên danîn.

ED_ 05_14_2024_Salvegera Hilbijartine
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG