Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozmen: Psychology Kurdî Xizmeta Derûnînasîyê Dike


Berga Kovara Psîkolojîya Kurdî
Berga Kovara Psîkolojîya Kurdî

Edîtorê kovara Psychology Kurdî Abdulsittar Ozmen ji Dengê Amerîkayê behsa sedem û armanca belavkirina kovara xwe ya ku ev 8 sal in li herêmên Kurdan, Tirkiyê, û li diyasporayê belav dibe, kir.

Ozmen radigîhîne ku di warê wêjeyê de gelek pirtûk û kovarên Kurdan hene, lê di warê zanistî de gelek kêm in.

Ew dibêjê, “Ne tenê di warê derûnînasîyê de, di warê zanista mirovan, zanista civakî, zanista hunerî de jî gelek kêm çavkanî hene. Wek Psychology Kurdî me jî xwest ku vê kêmasîyên zanîstî ya derûnînasîyê hindik be jî em tije bikin.”

Di sala 2016’an de Psychology Kurdî hejmara xwe ya yekemîn derxist. Ozmen radigîhîne ku dema ewan dest bi vî karî kirine, ti termên derûnînasîyê wek berhemeke tunebûn, lê di nav 8 salan de ewan êdî bingeheke termên derûnînasîyê sazkirine.

Ozmen vê yekê wiha radigîhîne, “Dema me dest bi vî karî kir bingeheke terman tune bû. Bes ferhengek di sala 1984 bi zarava Soranî hatîye nivîsîn. Me ji vê ferhengê feyde girt lê bi tena serê xwe têr nedikir. Li ber vî jî me di nav kovarê de ferhengokek pêk anî. Ana dikarim bêjim ku bingeheke termên psîkolojîyê saz bû.”

Abdulsittar Ozmen, Edîtorê Kovara Psîkolojîya Kurdî)
Abdulsittar Ozmen, Edîtorê Kovara Psîkolojîya Kurdî)

Heta niha 18 hejmarê Psychology Kurdî derketîye, di vê derê de ferhengokên ku di nav kovarê de hatine sazkirin wê di rojên bê de wek pirtûkek bibe ferheng û were weşandin.

Psychology Kurdî, 4 mehan carekê derdikeve. Di her hejmarê de babeteke dosyayê dibe. Di dosyaya mijara dawî ya hejmara 18’emîn de “Têkilî û Malbat” cî digre. Tê de li ser “Têkilîyên Malbatî û Tenduristî”, “Tundîya Nav Malbatê û Ser Zarokan”, “Destdirêjîyên Li Ser Zarokan” û babetên din cih digrin.

Hejmara 19’emîn wê di Gulanê de derkeve. Babeta dosyaya vê hejmarê “Medya û Derûnînasî” ye. Di sernavên vê hejmarê de, “Bandora Medyayê Li Ser Derûnîyê”, “Medya û Geşedana Zarokan”, “Tundîya Derûnî Di Medyaya Civakî De”, “Medya û Çanda Populer” û her wekî din babet tê de dê cî bigrin.

Edîtorê kovarê Ozmen naveroka vê hejmarê jî wih radigîhîne:

“A rastî bandora medyayê di warê derûnîya li ser mirov gelek e. Em bi hur û kur vê bandora vî him li ser civakê û him jî li ser takekesîya mirovan vekdikolin. Ana em li benda nivîsane ku nivîs bi tevahî werin emê di vê meha Gulanê de hejmara 19’emîn derxînin.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, di bin edîtorîya Abulsittar Ozmen, Sîyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turan û Gulperî Gunduz de lîterature derûnînasîyê ya ku di nav Psychology Kurdî hatine amadekirin wê bibe pirtûkek û were weşandin.

Raporta Enqere 08-05-2024.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
XS
SM
MD
LG