Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qatar Dibêje Danûstandinên Ser Agirbesta Gaza di Qonaxeke Girîng de Ye


Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qatarê Şêx Mihemed bîn Abdulrahman El Tanî îro Çarşemê got ku danûstandinên jibo agirbesta li Gaza di ‘’qonaxeke girîng’’ de ne.

El Sanî ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew jibo rakirina astengîyên li pêş lihevkirinê danûstandinan dikin.

Qatar, Misir û Amerîka jibo berdana rehîneyên di destê Hamasê de û berdana Filîstînîyên li girtîgehên Îsraîlê danûstandinan dimeşînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Sêşemê bi hevtayê xwe yê Qatarî re bi rêka telefonê ser vê mijarê axifî.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku her du karbidest her du wezîran careke din piştrast kirine jibo berdana rehîneyan û ragihandina agirbestê li Gaza divê ew di rojên pêş de jî bi hev re bixebitin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron îro Çarşemê got ku divê cîhan bala xwe bide ser rehîneyan û bang li Hamasê kir ku teklîfa agirbestê qebûl bike û dîlan jî demûdest berde.

Cameron di serdana Îsraîlê de dîyar kir ku jiber ku Hamas lihevkirinê qebûl nake pevçûnên li Gaza didomin.

Wî got ku divê hem rehîne werin berdan hem jî alîkarî herin Gaza.

Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê jî operasyonên xwe yên leşkerî domandin û ragihand ku wê di 24 saetên dawî de êrîş birine ser pirtir ji 40 navendên Hamasê.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 33,899 kes hatine kuştin û dîyar diku ji sê paran du parên kuştîyan zarok û jin in.

Îsraîl dîyar dike ku di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de bi qasî 1200 kes hatine kuştin û li dora 250 kes jî hatine girtin.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin di destê Hamasê de bi qasî 130 rehîne hene, lê ji çar paran pareke wan mirî ne.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG