Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Du Ajanên Rûsî Binçav Dike


Arşîv: Şerê Rûsya li Ukrayna
Arşîv: Şerê Rûsya li Ukrayna

Dezgeha ewlekarî ya SBU ya Ukrayna îro Çarşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku wan di operasyoneke taybet de du sîxurên ajansa îstixbarata Rûsyayê (FSB) li Kîev û Odesa desteser kirine.

SBU ya Ukrayna du kesên hatine desteser kirin bi ragihandina cihên armancên leşkerî yên hesas ji hêzên Rûsî re tawanbar kirin.

"Sûcdaran hewl didan ku cihên hêzên Ukraynî nas bikin û piştre koordînatên têkildar ji dagirkeran re bişînin da ku êrîşên esmanî çê bikin," SBU got.

Dezgeha ewlekarî ya Ukrayna herwiha destnîşan kir ku ew du kes dema ser armancên potansiyel jibo Rûsan sîxurî dikirin, li ser kar hatine desteser kirin.

Li gor ragihandina SBU yek ji gumanbaran wêneyek îstasyoneke enerjîya termîk kişandiye, jibo alîkarîya Rûsya di bombebarankirina binesazîya enerjîya Ukrayna de bike.

Herwiha dezgeha Ukraynî dîyar kir ku her du kes jî bi tawanê hevkarîya bi dijmin re têne tawanbar kirin û rûbirûyê cezayê bi demdîrêjîya jîyanê ne.

Ukraynayê, ji destpêka dagirkariya Rûsya di Sibata 2022’an ve, dijî bi hezaran kesan bi gumana hevkarîya bi Moskowê re, doz vekirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) sala borî ragihandibû ku Ukraynayê ji destpêka şer ve, " jibo hevkarî û tawanên din yên têkildarî pevçûnan" dijî zêdetirî 6.600 kesan doz vekirine.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG