Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Biden û Netanyahu Danûstandinên DC yên li Ser Refahê ji Nû Ve Plan Dikin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Karbidestên Amerîkî ragihand ku Îsraîl ji Qesra Sipî xwestiye ku civîna ser gotûbêjên asta bilind ya ser plana artêşa Îsraîlê ya jibo operasyoneke li bajarê Refah li başûrê Gazayê jinûve were darxistin, ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu jinişka ve betal kiribû.

Berdevika Qesra Spî Karine Jean-Pierre ji rojnamevanan re dîyar kir ku hikûmeta Netanyahu paşve gav avêtiye û jinûve sazkirina civînê daxwaz kiriye.

"Ofîsa serokwezîr hevbîr bû ku civîna ser Refahê jinûve were plan kirin," Jean-Pierre got.

Wê herwiha destnîşan kir ku hevbend dixebitin ku jibo darxistina civîna ser Refahê ya li Washingtonê "rojek guncaw" bibînin.

Netanyahu roja Duşemê serdana plankirî ya şandeke payebilind ya Îsraîlî bo Washingtonê betal kir, piştî ku Amerîka hişt ku li Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryareke agirbesteke lezgîn li Gaza were qebûl kirin.

Amerîka di dengdana li NY bêalî ma û hişt ku biryar were derbaz kirin.

Betalkirina civîna li Washingtonê ji hêla Netanyahu ve, li pêş hewlên Amerîka bo çereserîyeke kûrbûna qeyrana mirovî li Gaza astengîyek nû çêkir.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew plan dikin ku jibo rewşa Refahê bijardeyên din pêşkêşî Îsraîlê bikin, da ku Netanyahu jibo qane bikin ku bilî operasyoneke bejayî ya li Refahê rêkên din binirxîne, ku kuştina sivîlan sînordar bike.

Jêder: Reuters,AFP

XS
SM
MD
LG