Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa û Dêrazorê Belavbûna Nexweşîya Kolera Didome


Dîmeneke vaksîna bo nexweşîya kolera.
Dîmeneke vaksîna bo nexweşîya kolera.

Rayedarên saxlemîyê yên Rêveberîya Xweser dîyar dikin li bakûr û rojhilata Sûrîyê nexweşîya Kolera bi rengekî metirsîdar belav dibe, bi taybet jî li herêmên Reqa û Dêrazorê.

Wan eşkere kirin ku li gor tomarên fermî bo niha 24 kes li nexweşxaneya Kesrat ya li Dêrzaorê têne derman kirin û 3 kes jî mirine.

Lê, li gor hin agahîyên ku nehatine piştrastkirin hin hejamara pêketîyên Kolera giheştiye nêzî 200 kesan.

Hevserokê Desteya Tenduristîyê yî li bakur û rojhilata Sûrîyê Dr.Ciwan Mistefa li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser di derbarê belavbûna nexweşîya Kolera da daxuyanî da.

Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku piranîya kesên bi nexweşîya Kolera ketine ji niştecihên gundewar yên li rojavayê Dêrezorê ne û rewş di jêr kontrolê de ye .

Wî sedema nexweşîyê jî wek vexwarina ava qirêj dîyar kir.

"Di encama lêkolînên destpêkê de hat naskirin ku sedema nexweşîyê vexwarina ava qirêj e, " Dr. Mistefa got.

Dr. Mistefa tekez kir ku rewş di jêr kontrolê de ye û niha Desteya Tenduristîyê bi Komîteya Tenduristîyê ya Dêrezorê dixebite û wan bo pêşîgirtina belavbûna nexweşîyê hemû pîvan û tedbîr stendine.

Wî herwiha da zanîn ku nexwşên Kolera li nexweşxaneya Elkesrat ya li Dêrazorê têne derman kirin.

Dr. Mistefa hevdem ji şêniyên Bakur û Rojhilata Sûriyê bi giştî daxwaz kir ku ew tedbîrên parastinê û paqijiyê bigirin.

Jêderekî bizîşkî ji nexweşxaneya Elkesra ji Dengê Amerîka re ragihand ku di encama lêkolînên nexweşxaneya Elkesra ya li ser 50 gumanbar yên Kolerayê derket hole ku 24 kes ji wan bi nexweşîyê ketine.

Heman jêderî got ku heya niha Kolera li bejahî ya rojavayê Dêrezorê û herêmên girêdayî gundewar yên li rojhilata Reqayê belav bûye.

Li gor çavdêran, kêmbûna asta ava çemê Firatê bûye sedema çêbûna çalên avê li herêmên Dêra Zorê û Reqayê û ev yek jî bo kêzikan û bakterîyan bingeheke guncaw di afirîne û dibe sedema nexweşîyan.

Rêveberiya Xweser doh Sêşemê (13 Îlon) bi raporteke dîyar kir ku asta ava çemê Firatê ji 14.1 mîlyar metre kubê daketiye 11 mîlyar metre kubê, jiber ku Tirkîyê ava çemê Firatê qût kiriye.

Di encama daketina asta ava çemê Firatê çalên ava nepaqij çêbûne, bi taybet li Dêrazorê û Reqayê ku heman cihên ku Kolera lê belavbûye.

Hêjayê bîrxistinê ye ku Desteya Tendirûstî ya li bakur û rojhilata Sûrîyê di 10’ê Îlonê de ragihand ku 3 kes ji niştecihên gundewarê Dêrazorê bi sedema nexweşîya kolerayê jiyanên xwe ji dest dane.

Her wiha Desteyê bang li rêxistinên navdewletî û bi taybet jî li Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) kir ku destwerdanê bikin û piştgirêya pêwîst pêşkêşî herêmê bikin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Reqa û Dêrazorê Belavbûna Nexweşîya Kolera Didome
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00
XS
SM
MD
LG