Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Nasnameya 2 Dilxwazên Amerîkî û Alman Eşkere Kir


YPG Volunteers
YPG Volunteers

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku beşeke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku 2 şervanên dilxwaz yên Rojavayî di rojên dawî de jîyana xwe hinda kiriye.

Daxuyanîya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku navê dilxwaze Amerîkî Michael Israel e û ew jî California ye. Daxuyanîy dide zanîn ku ew bi navê Robîn Agirî dihat nasîn.

Navê dilxwazê Alman jî Anthon Leschek e ku ew jî bi navê Zana Ciwan dihat nasîn.

Daxuyanîya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku her du dilxwaz di 24ê Mijdarê de, di encama êrîşên esmanî yên Tirkîyê de li rojavayê Minbicê jîyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku her du dilxwaz di şerê azadkirina Minbicê de jî cîh girtine û bi ruhekî canfêda û wêrek dijî DAIŞê şer kirine.

XS
SM
MD
LG