Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Pennsylvania jiber Êşkence û Qacaxcîtîya Çekan Zilamekî Amerîkî Mehkûm Kir


Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand ku zilamekî ku li eyaleta Pennsylvania dijî, îro jiber sûcên êşkencirinê û derfirotina çekan ya bi awayekî neqanûnî, 70 sal cezayê girtîgehê sitand.

Wezareta Dadê ragihand ku wî zilamê bi navê Ross Roggio yê 55 salî, di sala 2015’an de li Herêma Kurdistana Îraqê li hemwelatîyekî Estonya êşkence kiriye.

Belgeyên dadgehê û delîl nîşan didin ku Roggio eyar kiriye ku leşkerên Kurd kesê mexdûr birevînin û bibin avahîyekê ku wî ji mexdûr bi kemberê fetisandiye, gef xwariye ku tilîyeke wî qut bike.

Li gor belge û delîlan, Roggio jibo 39 rojan ferman daye leşkerên Kurd ku pir caran li qurbanî bizin, wî bifetisînin, şoka elektrîkê bidin wî û hem ji alîyê hişî, hem jî ji alîyê fîzîkî wî kesî îstismar bikin.

Li gor wezaretê, kesê qurbanî li Herêma Kurdistanê ya Îraqê, li kargeheke çekan dixebitî ku Roggio ew navend bi rêve dibir.

Karbidesta payebilind ya Beşa Tawankarîyan ya Wezareta Dadê, Nicole M. Argentieri dîyar kir ku Roggio 39 kiryarên pir xirab li qurbanî kirine û cezayê ku li wî hate birîn nîşan dide ku li kîjan herêmê çêbin jî Amerîka pêgîr e ku berpirsan bibîne û bîne pêş dadgehê.

Cîgirê Serdozgerê Beşda Ewlekarîya Netweyî ya Wezareta Dadê Matthew G. Olsen jî got ku Roggio bi awayekî ‘’pir xirab’’ mafên mirovan binpê kirine û jibo kargeheke çekan ya bê destûr ji Amerîka hin kelûpelên çekan birine derve.


Olsen got ku ceza nîşan dide ku ewê binpêkirina kontrolên ser derfirotinê bê ceza nehêlin.

Dozgerê Amerîka yê jibo Pennsylvania Navîn Gerard M. Karam jî dîyar kir ku cezayê ku dadgehê daye tundbûna sûcên Roggio nîşan dide û piçek be jî jibo mexdûr dadmendîyê tîne.

Roggio, parçe û kelûpelên çekan bê ku destûra hikûmeta Amerîka hebe derxistine û wî jibo xebitandina çeka otomatîk ya M4, montaj û çêkirina wê jî perwerdeya neqanûnî daye.

Jurîyeke federal Gulana 2023’yan, Roggio jiber êşkencekirinê, plankarîya lêdan û êşkence, bê ku destûra Wezareta Derve ya Amerîka hebe birina parçeyan çekan û xizmetên wan ber bi Îraqê ve, bê ku destûra Wezareta Bazirganî ya Amerîka hebe derxistina kelûpelan çekan ber bi Îraqê ve, qaçaxîya kelûpelan û şelandina bankayan, bi 33 sûcan mehkûm kir.

Qanûna êşkence ya federal sala Amerîkî di sala 1994’an de ketî jîyanê û ji wê çaxê vir ve Roggio kesê duyê ye ku jiber sûcê êşkenceyê hatiye ceza kirin.

Jêder: Wezareta Dadê ya Amerîka

XS
SM
MD
LG