Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Rêberê Hamasê Hanîyeh Wê Serdana Tirkîyê Bike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ewê vê hefteyê li Tirkîyê mazûvanîya reberê Hamasê, Îsmaîl Hanîyeh bike.

Erdoganê ku rexnegirê tund yê şerê Îsraîlê yê li Gaza ye, serdana Henîyeh ji parlamenteran re ragihand.

"Rêberê doza Filistînê wê dawîya vê hefteyê de bibe mêvanê min. Heta ez wek Tayyîp Erdogan tenê bimînim jî, heta ku Xwedê canê min nestîne, ezê berevanîya têkoşîna Filîstînîyan bidomînim û bibim dengê gelê Filîstînê yê blindest," Erdogan got.

Serokê Tirk eşkere nekir ku wê li ku derê bi serokê siyasî yê Hamasê re bicive. Lê li gor ragihandina televîzyona NTV, ewê roja Şemîyê li Qesira Dolmabahçe ya Stenbolê hevdîtinê bikin.

Erdogan û Hanîyeh herî dawî di Tîrmeha 2023’an de civîbûn û hîngê Erdogan li Qesira Seroktîyê li Enqerê mazûvanîya Hanîyeh û Serokê Filîstînê Mahmud Abbas kiribû.

Erdogan ji destpêka şerê li Gaza vir ve yek ji rexnegirên herî tund yê Îsraîlê ye û wî Îsraîl wek dewleteke terorîst bi nav dike û bi jenosîda li Gaza tawanbar dike, lê, Hamasê wek komeke azadîxwaz û mucahidên ku ji bo axa xwe şer dikin dibîne.

XS
SM
MD
LG