Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan jibo Danûstandinan û Îmzakirina Peymanan li Îraqê Ye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê jibo danûstandinan îmzakirina peymanan serdana Îraqê dike.

Di vê serdana kêmkêm de çaverê ye Erdogan ser hevkarîya ewlekarîyê ya dijî çekdarên Kurd yên PKK’ê û bazirganî û enerjîyê peymanan îmza bike.

Serdana Erdogan ya li Îraqê ji 2011’an vir ve serdana pêşî ya rêberekî Tirk e ku peywendîyên her du alîyan jiber zêdebûna operasyonên dersînor yên Tirkîyê yên dijî şervanên PKK’ê yên li bakurê Îraqê, ku bi piranî Kurd lê dijîn, xirab bûbûn.

Îraq dîyar dike ku ew operasyon serwerîya wê binpê dikin û sîvîlan dikujin, lê Tirkîye dibêje divê ew li hember PKK berevanîya xwe bike ku Enqere û Washington wê komê wek rêxistineke terorîst dibînin.

Tirkîye plan dike ku vê biharê operasyoneke nû bibe ser şervanên PKK’ê û ji Bexda dixwaze ku wê rêxistinê wek gefeke dijî Enqerê bibîne û piştgirî bide hêzên Tirk.

Li ber e ku Tirkîye û Îraq ser projeyên aborî jî danûstandinê bikin.

Îraqê sala borî dest bi projeya Rêka Pêşveçûnê ya 17 mîlyar dolarî kir ku di ser Bendera Grand Faw û bakurû Tirkîyê re Asya û Ewrupa bi hev girê dide.

Bexda hewil dide ku ji çemên Dîcle û Firatê, ku her du jî li Tirkîyê çêdibin û jibo Îraqê çavkanîyên serekî yên ava şêrîn in, pareke pirtir bistîne.

Karbidestên Îraqî û Tirk dibêjin ku Erdogan wê di serdanê de pirtir ji 20 lihevkirinan îmza bike.

Agahîyên fermî yên Tirkîyê didin zanîn ku bazirganîya dualî sala 2022’yan 24,2 mîlyar dolar bûyeû lê sala 2023’an daketiye 19,9 dolaran.

Şîretvanê Peywendîyên Derve yên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El Sudanî dîyar kir ku serdana Erdogan piştî hazirîyên bi qasî salekê çêbûye.

Erdogan wê li Bexda bi Sudanî û Serok Abdulatîf Raşîd re bicive û ewê piştre here Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Îraqê.

PKK’ê sala 1984’an li hember dewleta Tirk serî hilda û ji wê demê vir ve di pevçûnan de pirtir ji 40,000 kes hatin kuştin.

Pevçûnên PKK û dewletê demeke dirêj li rojhilata başûrê Tirkîyê bûn, lê êdî pirtir li çiyayên Kurdistana Îraqê çêdibin.

Tirkîye ji sala 2009’an vir ve li bakurê Îraqê dijî şervanên PKK’ê opersyona bi navê ‘’Pençe’’ dimeşîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG