Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ger Îsraîl Hamasê Têk Bibe, Ewê Çav Berde Ser Tirkîyê


Erdogan û Hanîyeh li Stenbolê (Arşîv)
Erdogan û Hanîyeh li Stenbolê (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ger Îsraîl Hamasê li Kerta Gaza têk bibe, ewê hinge çav berde ser Tirkîyê jî.

“Nefikirin ku Îsraîl wê li Gazayê bisekine. Heya ku ew neyê rawestandin, ev dewleta hov û terorîst, li dû xewna axa sozdayî de, zû yan dereng wê çavê xwe bide Anatolyayê.“

Erdogan li paytext Enqereyê ji parlemenên partîya xwe re got ku Tirkîyê wê piştevanîya ji Hamasê re bidomîne jiber ku ew jibo serxwebûna axa xwe tekoşînê dike û Anatolyayê diparêze.

Erdogan, piştî êrîşa Hamasê ya di 7ê Cotmehê de, şerê Îsraîlê li Kerta Gaza bi rengekî tund rexne dike û bi berdewamî piştgirîya xwe ya jibo Hamasê dîyar dike.

Serokê Tirk roja Duşemê jî gotibû ku pirtir ji hezar endamên Hamasê li nexweşxaneyên Tirkîyê têne derman kirin.

Hamas ji alîyê Îsraîl, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) ve, wekî rêxistinek terorîst tê dîtin, lê Tirkîyê wê mîna rexistineke rewa ya jibo mafên Filîstînîyan bi nav dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG