Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Dengên Wan jiber Rêjeya Kêm ya Beşdarîyê Ketine


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku dengên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di hilbijartinên 31’ê Adarê de jiber beşdarîya kêm ketine.

Erdogan di komcivîna AKP’ê dîyar kir ku ew ser sedemên beşdarîya kêm, ku li gor encamên encamên ne fermî 78,55 ji sedê ye, danûstandinan dikin.

‘’16 mîlyon hilbijêr neçûne ser sindoqan. Kêmbûna rêjeya beşdarîyê bi awayekî neyênî bandor li dengên partîya me kiriye.’’

Wî dîyar kir ku tevî bandorên neyênî jî di hilbijartinan de Tifaqa Cumhur bi ser ketiye.

Erdogan da zanîn ku 539 bajarvanî ketine destê AKP’ê û dîyar kir ku hevbenda wan Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jî li 8 bajar û 113 bajarokan beledîye bi dest xwe xistine.

Serokê Tirkîyê dîyar kir ku li Tirkîyê 1400 beledîye hene û AKP û MHP wê di 5 salên pêş de pirtir ji nîvê wan bi rêve bibin.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) di hilbijartinên herêmî de li gor encamên ne fermî 37,77 ji sedê dengan sitand û piştî pirtir ji 20 salan ya bi desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bû partîya yekê ya Tirkîyê.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê ser îtirazan vê hefteyê biryar da ku hilbijartinên herêmî li 7 navendan jinûve çêbin.

YSK dîyar kir ku wê hilbijêrên li 3 bajarok û 4 beldeyan 2’yê Hezîranê jinûve herin ser sindoqan. Ew komîsyon wê encamên fermî piştî biryarên ser îtirazan ragihîne.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG