Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Stenbolê di Dema Îmamoglu de Ti Xizmet Nedîtiye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tundî rexne kir.

Erdogan di mîtîngeke Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de dîyar kir ku Stenbolê dema Îmamoglu, ku sala 2019’an bû bajarvan û jibo hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê yên 31'ê Adarê dîsa berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, ti xizmet nedîtiye.

‘’Stenbol ketiye rewişeke pir xirab. Çi gava bajarvan hewce be, ew yan li betlaneyê ye yan jî jibo bibe cîgirê serokomar danûstandinan dike.’’

Wî dîyar kir ku piştî bajarvanî ketiye destê CHP’ê pêşveçûna Stenbolê sekinîye û rewiş xirab bûye.

Serokê Tirkîyê got ku li Stenbolê metirsîya erdhejeke mezin heye û dîyar kir ku Îmamoglu li şûna ku tedbîran bistîne bi Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) re ser hevkarîyê danûstandinan dike.

Erdogan, ku pirtir ji 20 sal in Tirkîyê bi rêve dibe û di hefteyên dawî de jibo AKP’ê kempeyneke berfireh dimeşîne, sala 1994’an bi bajarvanîya Stenbolê dest bi karîyera xwe ya sîyasî kir.

Stenbol jibo Erdogan bajarekî taybet e ku ew bi bajarvanîya li wir derket meydana sîyasetê ya Tirkîyê û Îmamoglu dijî wî alternatîfê serekî yê muxalefetê ye.

Şîrovekar dibêjin ku ger Îmamoglu careke din li Stenbolê bi ser keve ew dikare di hilbijartinên pêş yên seroktîyê de bibe berbijar, lê ger têk biçe karîyera wî dikare bisekine û dibe ku muxalefet jî zêdetir belav bibe.

Li Stenbolê hevrikê herî mezin yê Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu, Murat Kurum yê AKP’yî ye ku wî berê wek wezîrê dewletê jî kar kiriye.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG