Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kampa Rukban ya Başûrê Sûrîyê Rewşa Mirovahî Çi Ye?


Kampa Rukban a başûrê Sûrîyê, li çolistaneke ziwa, nêzîkî sêgoşeya sînorî ya Sûrîyê, Urdun û Îraqê ye, û rûbera wê 8 km e, di deverekê de jê re tê gotin herêma 55an.

Li gorî amarên rêvebirîya kampê 1800 malbat li kampê dijîn, ku ji 8500 kesan pêk tên.

Rewşa Mirovahî û Li Kampê Çawa Ye?

Neteweyên Yekbûyî kampa Rukban nasdike û ew li ser lîsta kampên NY ye li Sûrîyê.

Lê sazî û rêxistinên bi ser NY ve lê tune ne, û tenê UNICEF avê li wir pêşkêş dike.

Rûniştvanên kampê ji kêmbûna avê û pêdivîyên xwarinê û bihayên giran gazinan dikin.

Mihemed Arif Al-Humsî, ku 65 salî ye, dibêje ne ava paqij û ne jî ya paqij peyda nabe.

"Mala min li kêleka jêdera avê ye, lê ez carinan ji ber nebûna avê rûyê xwe naşom," Al-Humsî got.

Di dawîya Îlona 2019an de, Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî, dawîn alîkarîyên mirovahî pêşkêş kirin. Ji wê demê ve, alîkarîyên mirovahî bi hemû cûreyên xwe, tevî yên saxlemîyê derbazî kampê ne bûne.

Kelûpel ji herêmên jêr kontrola rejîma Sûrîyê, derbazî kampê dibin, li gorî rûniştvanên kampê Rêjîma Sûrîyê, û milîsên Îranê gelek baceyan davêjin ser kel û pelan.

Mihemed Elî, ku ew jî rûniştvanê kampê ye, dibêje li kampê jîyan na be, lê ew ji neçarî li wir mane.

"Li vê kampê tiştek tune ye, ne derman, ne dektor, tiştek tune," Wî got.

Kamp Bê Xalên Saxlemî Û Dektor E

Ji alîyê saxlemîyê ve, ti pizîşk û navendên tendirustîyê tune ne, derbider neçar in ku ji bo lênêrîna pizîşkî biçin navçeyên rêjîmê, û neçar in bi qasî 1500 dolar buhayê çûn û vegera xwe bidin. Ev yek jî bi qaçaxî ye, ku piranîya rûniştvanan karîna wan a vê yekê tune ye.

Derbider Casim Ehmed ê 60 salî, ku pêdivîya wî bi dermankirina berdewam heye, dibêje wek wî bi sedan hene bê derman mane.

"Ez 60 salî me gelek nexweşî bi min re hene, kesek tune ku alîkarîya me bike, bi sedan wekî min li kampê hene," Ehmed got.

“Kiwalisyon Alîkarîyên Mirovahî Pêşkêş Nake”

Kampa Rukban li kêleka bingeha Tanaf ya ku hêzên koalisyonê û nêzîkî 500 çekdarên oposizyonê ku bi navê Artêşa Sûrîya Azad ji bo şerê dijî Daişê lê bicî dibin.

Elî Ehmed ku rûniştvanekî din ê kampê ye, tekez dike ku koalisyon alîkarîyên mirovahî nade.

Lê xala bizîşkî li bingehê xizmetên saxlemîyê tenê ji bo jinên ducanî pêşkêş dike.

Elî Ehmed got, "Koalisyon dibêje ku hebûna wê li vir li herêma 55 tenê ji bo şerê DAIŞê ye û ti têkilîya wan bi destêwerdana di karûbarên mirovahî û sivîlên li kampa Rukbanê de tuneye."

Di nava vê rewşa aloz de rêvebirên kampa Rukban tekez dikin ku ew amade ne kampê vala bikin, lê bi merca veguhestina wan ber bi deverên ewle de.

Rêvebirê kampa Rukban Mihmed Ehmed Xalidî dibêje wan pêşnîyar kirîye ku kerîdoreke ewle ji bo veguhstina derbideran ber bi bakurê Sûrîyê ve kir, lê heya niha bangên wan bê bersiv man e.

"Me bang li hemû welatên pêwendîdar kir, ku rêyeke ewle ber bi rojhilata Firatê vekin yan jî ber bi bakurê Sûrîyê ve yan jî ber bi Urdunê lê me bersiveke têrker ji pirsagirêga xwe re heya niha negirtîye," Xalidî got.

Li gor amarên NY bêhtirî 13 milyon sûrî di nava Sûrîyê de, û li dervayî wê derbider û koçber in.

ZO_5_23_2024_Rukban Camp
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG