Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya 6 Muşekên ATACMS yên Çêkirina Amerîkî Anîne Xarê


Lekerên Amerîkî bi ATACMS xane dibin (Arşîv)
Lekerên Amerîkî bi ATACMS xane dibin (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê di 24 saetên dawî de 6 sîstemên berevanîya esmanî ya Amerîkî, ATACMS anîne xwarê ku ji Ukrayna hatibûn şandin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya herwiha da zanîn ku xencî 6 mûşekên ATACMS yên çêkirina Amerîkî, 2 bombeyên esmanî yên 'Hammer' yên çêkirina Fransî û 10 dronên Ukraynî ji alîyê sîstema wê ya berevanîyê hatin lêxisin.

Sergei Aksyonov, serokê herêma Qirimê, ku Rûsya di 2014an de xistibû nava axa xwe, ji Reutersê re got ku ATACMS li esmanê Qirimê hatin gêr kirin.

Aksyonov li ser kanala Telegramê fotoyek parve kir, lê wî zelal nekir ku çend mûşek hatine xistin.

Karbidestekî Amerîkî hefteya borî gotibû ku Washingtonê, wek beşek ji paketa leşkerî ya 300 mîlyon dolarî, bi awayê veşartî mûşekên dûrmenzîl şandibûn Kîevê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêvebirîya Biden ji mêjve gotûbêj dikir ku mûşekên dûravêj yên heta 300 km menzîl bişîne Ukrayna û Washingtonê di Îlona borî de jî muşekên ATACMS yên bi menzîla navîn hinartibûn wî welatî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG